2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê dest pê kir 2018-10-11 14:14:45   QAMIŞLO - 2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo a Kantona Qamişloyê dest pê kir.   2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo a Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Her bêjeyek kevirekî avakirina ziman e" dest pê kir. Bi dehan rewşenbîr, hunermend, tevlî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   Mîhrîcan dê 3 rojî bidome. Di roja yekem de li ser jiyana Osman Sebrî hat axaftin. Dê di mîhrîcanê de helbestên bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî bên xwendin. Her wiha dê semînerek li ser helbestan ji aliyê Malva Resol bê lidarxistin.    2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî didome.