Tevgera Çand û Hûnerê şahiyek ji dibistana Hemra re lidarxsit 2018-10-07 15:37:17   TIL TEMIR- Tevgera Çand û Hûnera Demokratîk bi amranca piştgiriya zarokan û dayîna moral, li dibistana gundê Hemra, şahiyek li darxsit.   Bi armanca piştgiriya zarokan û dayîna moral  Tevgera Çand û Hûnera Demokratîk îro dest bi hemleya lidarxsitina şahiyan li Dibistanan kir. Di çarçoveya vê hemleyê de  îro jî li Dibistana gundê Hemra şahiyek ji zarokên xwendekar re  hat lidarxsitin.  Tevahî mamoste û zarokên xwendekar tevlî şahiyê bûn.   Koma Kûlîlkên Kurdistanê çend stranên şoreşgerî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK ê Abdulla Ocalan û girêdana zarokan bi dibistanê re, pêşkêş kirin.    Piştî pêşkêşkirina stranan zarok û mamosteyan govend gerand.