Ruşen Alkar: Dema kurdî distirêm xwe tam hîs dikim 2018-10-04 09:14:04   STENBOL-Ruşen Alkar ya stranên kurdî bi sounda caz û rockê distirê di meha mijdarê de albuma xwe ya nû derdixe. Di albumê de 4 stranên aidö wê yên kurdî hene. Ruşen diyar dike ku dema kurdî distirê xwe temam hîs dike.”   Ruşen Alkar ya bi albuma xwe ya kurdî ya bi navê Sebr tê nasîn, stranên xwe bi sounda caz û rock distirê. Ruşen di albuma xwe ya duyem de bi klamên dengbêjan guhdarvanan dîsa wê matmayî bihêle. Ruşenê navê albuma duyem hîna dananiye û Ruşenê diyar kir ku di navbera wê û muzîkê de samimiyetek heye û dixwaze bi albumê re jî samimiyetek çêbibe û got wê li ser wekheviyê navek li albumê bê kirin.   ‘Dengbêjî behr e’   Ruşen ku klamên denbêjan dîsa bi terza xwe dixwîne wiha dibêje: “Dengbêjî li gorî min behr e. Di albumê de 4 stranên kurdî û 2 stranên tirkî gotin û muzîka wan ya minin.Du stranên Kurdî yên gel hene. Min di yekê de klamên dengbêjin jin bicih kir.”   ‘Divê klam bigihêjin nifşên pişt me’   Ruşen dengbêjiyên wek çandek qedîm û dewlemend dibîne û got tevlî xebatên der barê dengbêjan de yên li Amed û Wanê bûye, divê dengbêj cihên ku heq dikin bigirin û ji bo ev çand tune nebe divê pêngav bên avêtin. Ruşen çareseriyê jî di saziyan de dibîne û got divê klam bigihêjin pişt li dû me.   Ruşen ku klamên kurdî bi sounda cazê distirê wiha dibêje: “Ez bi terzek cerebandî distirêm. Lê di nav xwe de ez hesta strana Kurdî derbasî aliyê din dikim. Muzîk ji bo min pir girînge. Ez tema stranên Kurdî distirêm xwe tam hîs dikim. Di demên dawî de li Tirkiyeyê şert û mercên çêkirina muzîkê zehmet bûye. Ji bo pêkanîna muzîkê her kes bi neynûkên xwe têdikoşe.   Ruşen Alkar kî ye?   Ruşen li Amedê hatiye dinê, dema dest bi lîseyê dike dest bi perwerdeya muzîkê jî  kiriye. Di 2005’an de di forma jazz- rock a alternatîf de bi stranên xwe yên tirkî û kurdî tevlî mîhrîcan û pêşbirkan bû. Ruşen di bin bana Komeleya Hunermendên Kolanê ya Îzmîrê de tevî Orkestraya Kolanê bû û der barê mafên mirov û sewalan de stran got. Di dawiya 2015’an de albuma wê ya bi navê ‘Sebr’ bi etîketa Kalan Muzîk derket.