Çalakiya Çand û Hunerê ya li Şehbayê didome 2018-10-01 12:39:04   ŞEHBA - Bi dirûşma "Li gor Netewa Demokratîk kar bikin û Efrînê rizgar bikin" çalakiyên çand û hunerê di roja 4'emîn de berdewam dike.    Bi dirûşma "Li gor Netewa Demokratîk kar bikin û Efrînê rizgar bikin" çalakiyên çand û hunerê di roja 4'emîn de berdewam dike. Çalakiyên ku li Şehbayê tê lidarxistin îro li Navçeya Ehdesê berdewam kir.    Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê rêveberiya çand û hunerê Ronehî Şêxo avivî û got:"Dagirkeriya dewleta tirk nikare hêz û îradeya gelê Efrînê bişkîne. Şerd çi be bila bibe em ê teqez bi ser bikevin em ê xebatên xwe yên çand û hunerê her dem bidomînin."   Paşê Koma Govendê a bi navê Çiyayê Kurmênc derket ser dikê. Her wiha koma Rojava  û Koma Şano ya Afrînerên Hêviyên Şanoyê derketin ser dikê. Her wiha Komên Stranan stranên xwe gotin.    Şahî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.