Qeydên nû yên MA Musîcê dest pê kirin 2018-10-01 09:09:04   Berîtan Canozer   AMED - Li MA Musîc a ku perwerdeya muzîka bi Kurdî dide û rastî eleqeyek mezin a zarokan tê dema nû ya qeydan dest pê kir. Sarya Yîgît bang li ciwanan kir û got ku ew li hêviya hemû kesî ye ku werin qeyda xwe çê bikin.    MA Musîc Center ku li Amedê di Adara 2016’an de hat vekirin xebatên xwe yên ji bo ciwan û zarokan didomîne. Dema nû ya qeydên wê hat destpêkirin. Sarya Yîgît Cengîz a dikeve dersên rîtîmê xebat vegot.   ‘Ji her baskî qursên me hene’   Saryayê bi lêv kir ku di her beşa muzîkê de dersê didin û heta akademiyên zarokan li gorî her temenî bername hene. Saryayê wiha vegot: “Hem orkestraya tevlihev hem a zarokan û hem jî ya jinan heye. Ligel vê qursên saz, gîtar, piyano, keman û gelek ên din hene.    Saryayê di berdewamiyê de anî ziman ku ew di heman demê de dersên rîtîmê jî didin û got bi 29 mamosteyî re dixebitin, ligel vê mamosteyên asîstan hene, hinek dikevin dersan.   Ji her temenî xwendekar hene   Saryayê destnîşan kir ku dema dersan didin tenê xwe di agahiyên pratîk de sînor nakin û teoriya muzîkê jî didin û ev tişt anî ziman: “Divê felsefe û civaknasiya muzîkê jî bê fêrkirin. Ligel vê em perwerdeya deng jî didin xwendekaran. Ligel polên qursê akademiyên me jî hene. Em ji bo akademiya zarokan di navbera temenê 6-14’an de zarokan digirin. Akademiya mezinan jî di navbera 16-34’an de ye.”   Saryayê daxuyand ku malbat jî ji bo qursan serî li wan didin û got ev qurs jî li du beşan veqetandine û bi zarokên xwe re tevlî dibin.   ‘Perwerdeya Kurdî bala malbatan dikşîne’   Saryayê wiha dawî lê anî: “Dersên me Kurdîne jî. Di van pêvajoyan de armanca me ev e ku em çand û ziman bidin jiyîn. Qadên ku em bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin mixabin gelek kêm in. Tenê li dibistanên taybet du saetan ders tê dayîn. Ji ber vê dersên Kurdî bala ciwanan dikşîne. Qeydên me yên dema nû dest pê kirine. Em li ser çapemeniya civakî piranî xwe didin nasîn. Ligel vê serlêdan pir in. Niha 470 xwendekarên me hene lê 550 kes jî serlêdan kirine û dipên. Em bang li hemû kesî dikin ku armaca wan muzîk be divê serî li MA Musîc bidin.”