Roza Metîna pirtûkên xwe ji xwîneran re îmze kir 2018-09-29 09:24:39   AMED - Di çarçoveya 6'emîn Pêşengeha Pirûkan a Amedê de Helbestkar û Nivîskar Roza Metîna çîroka ku ji bo zarokan nivîsandiye û navê wê "Sêgoşe û Çargoşe ye" ji xwînerên xwe re îmze kir.     Helbestkar û Nivîskara Kurd Roza Metîna çîroka zarokan a bi navê "Sêgoşe û Çargoşe" li 6'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ji xwînerên xwe re îmze kir. Çalakiya îmzeyê bi beşdarbûna zarok, malbatên wan, helbestkar, nivîskar û rojnamegeran pêk hat. Pirtûka ku li Weşana Hîvayê hat çapkirin bi eleqek mezin rast hat. Rozayê pirsên derbarê pirtûka xwe de bersivand, bi xwînerên xwe re derbarê pirtûkê de sohbet kir û wêne kişand.    'Pirtûk bi zaravayên Kurdî hat nivîsandin'   Rozaya ku bi du zaravayên Kurdî, Kurmancî û Dimilkî pirtûka xwe çap kiriye got:"Min xwest ku zarokên li Kurdistanê bi zimanê dayika xwe pirtûkan bixwînin. Loma min bi du zaravayê Kurdî, bi Dimilkî û Kurmancî çîroka zarokan nivîsand. Dema ku zarok çîroka Sêgoşe û Çargoşe bixwînin û guhdar bikin hem ew ê zimanê xwe hîn bibin hem jî ew ê têgehên wekî hevaltî, paqijî, reng û teşeyan hîn bibin."   Ji xeynî çîroka Sêgoşe û Çargoşe du pirtûkên Rozayê yên helbestan ên bi navê Bilindayin Xwendawend û Hêviyên Dilazad hene. Di heman demê de Rozayê di 2016'an de xelata Kurteçîroka Rojava, di 2017'an de xelata Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyin Çelebî û di 2018'an de jî xelata 3'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat girtiye.