Fuara Pirtûkan li Amedê deriyê xwe ji Amediyan re vekir 2018-09-25 16:45:19   AMED - Li Amedê 6'emîn Fuara Pirtûkan hat vekirin, Meclisa Dayikên Aştiyê jî li Fuarê cihê xwe girt û pirtûk îmze kirin.   Fuara Pirtûkan a 6'emîn ji aliyê TUYAP'ê ve bi tevlibûna 120 weşanxaneyan li Amedê li Navenda Fuar û Kongreyê hat vekirin.  Gelek sazî û dezgehên sivîl û nivîskar tevli vekirina fuarê bûn.  Di vekrinê de hat aşkerakirin ku bûhabûna dowîz bandora neyînî li ser firotina pirtûkan kiriye.   Piştî rayedarên TUYAP'ê derbarê fuarê de agahî dan mêvnê rûmetê nivîskar Migirdîç Margosyn jî axafitnek kurt kir.   Dayikên Aştiyê jî li fuarê bûn   Herwiha Meclisa Dayikên Aştiyê li standa Weşanxaneya Aryen pirtûka Xeyrî Garzan a bi navê "Gulumse Olum Utansin (Bikene bila mirin şerm bike)" wê îmze bikin.   Di çarçoveya fuarê de wê gelek çalakî bên lidarixistin   Fuara ku ew ê 120 weşanxane tevli bibe ew ê 5 rojan bi panel, gotûbêj, atolye û atoleyên zarokên bi giştî ji 60 çalakiyan re malovaniyê bike.  Herwiha di çalakiyên bên kirin de ew ê bi sedan nivîskar bi îmzekirina pirtûkan bi xunêrên xwe re bên gel hev.