‘Zarok, azadî û huner divê bi awayekî bên cem hev 2018-09-25 09:37:44   WAN - Xwediya Kafe Atolye Hunera Dijber Elîf Yildizim diyar kir ku di perwerde û pêşketina zarokan de huner pir girîng e û wiha got: “Divê malbat zarokan bi gotinên ‘kanepê, dîwaran boyax neke’ netirsînin. Ji ber ku huner azadiye, divê zarok neyên çewisandin.Divê zarok, huner û azadî bên cem hev.”   Ji aliyê destilatdariyê ve bi hinceta OHAL’ê saziyên hunerê hatin girtin û hewl hat dayîn hunermend betal bên hiştin. Li dijî qursan atolyeyên alternatîf vekirin û mirovan bi hunerê re tînin cem hev. Kafe Atolye li Kolana Çandê ya Wanê ya Hunera Dijber ev salek û nîve ji aliyê Elîf Yildirim ve tê xebitandin. Atolye bi alavên veguhertinê tên çêkirin. Elîf bi hevjînê xwe re di atolyeya vekirine de kursan dide.    ‘Bi alavên veguhertinê dikare gelek tişt bên kirin’   Elîfê got ji ber bi hunerê re di nav hev dene ev sê sal in di nav lêgerînê de ne û got bikaranîna alavên veguhertinê terciheke û wiha got: “Mirov dikarin xwezayê û veguhertinê bi kar bînin û gelek tîştî çêbikin. Di esasê de xweza pir tiştî pêşkêşî me dike. Divê em jî bi kar bînin. Li şûna maseyên amade me hewl da em maseyên bi keda destan tên çêkirin amade bikin. Ji bo van maseyan berhemên herî girîng palet in. Me hewl da em bi xwe bigihînin paletan. Me palet kom kirin û kir mase. Piştre me dekorasyona dîwaran bi qaseyên ji xalê anî çêkir. Me refên xwe jî bi alavên kevn çêkir. Alavên li malê yên me bikar nedianîn me anîn vir.”   ‘Qurs wê berdewam bikin’   Elîf ya ku berê mamosta zeka û dramayê bû, perwerda girtiye biriye atolya xwe jî. Elîfê got ligel vê qursên wêne, peyker û boyaxkirina text jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevlîbûn ne zêdeye lê bi destpêkirina sala perwerda nû re hinek tevlîbûn zêde bûye. Kesên bixwazin qursa wêne, peyker, boyaxkirina textan bigire em perwerdehiyek hunerê ya tevlihev didin. Ji bo kesên dixwazin qursên profesyonel bigirin jî qurs hene û ji bo hobiyê jî heye. Zarokên dixwazin lîstikên zekayê bilîzin jî tên vir. Qursên me wê îsal jî bidome.”   ‘Mirov girîngiyê nadin hunerê’   Elîfê destnîşan kir ku eleqeya ji bo hunerê girêdayê feraseta hunera peragalê ye û ev tişt vegot: “Huner wek tiştekî girîng nayê nîşandan. Pêşdaraza ‘huner pere nade qezenckirin’ nayê şikandin. Pergal jiberbûnê diafirîne û mirov jî ji vê bi bandro dibin û nirxê nadin hunerê.”   ‘Huner zarokan kêfxweş dike’   Elîfê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku huner ji bo perwerde û pêşketina zarokan gelek girînge û wiha got: “Bi taybet ji bo karê destan û motorê gelek girînge. Tiştên zarok bi destê xwe çêdikirin ji pêlîstokên amade baştirin. Zarokên kûr dema text boyax dikin ji rengên mor, şîrik û sor dur dikevin. Dibêjin em rengê ‘keçan’ naxwazin. Lê piştî demekê ev diguhere. Ji şîrik jî hez dikin. Huner zarokan kêfxweş dike. Divê malbat zarokên xwe bi hunerê bidin naskirin. Divê pênûs û boyaxan bidin destê zarokên xwe. Divê malbat zarokan bi gotinên ‘kanepê, dîwarana boyax neke’ netirsînin. Ji ber ku huner azadiye, divê zarok neyên çewisandin.Divê zarok, huner û azadî bi hev re bên cem hev.”