'Jin rûyê wêjeyê yê germ e' 2018-09-24 09:02:20   Rûken Goman    QAMIŞLO - Jinên Nivîskar ên ku tevlî Pêşengeha Pirtûkan a li Bajarê Dêrikê bûn diyarkirin ku ji bo hînbûna rastiya dîrokê û jinê xwendina pirtûkan girîng e û gotin:"Jin rûyê wêjeyê yê germ e. Loma divê bi taybet jin li wêjeyê xwedî derkevin."   Jinên Nivîskar ên ku tevlî Pêşengeha Pirtûkan a li Bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bûn bi lêv kirin ku ji bo civakek pêşketî divê her dem pêşengehên pirtûkan bên lidarxistin û gel teşwîqî xwendinê bê kirin.    'Pêşengeha pirtûkan dîroka me bi me dide naskirin û şîrovekirin'    Endama Desteya Çandê a Bajarê Dêrikê Dicle Muhemed got:"Ji bo gel dîroka xwe û rastiyên xwe hîn bibin û teşwîqî xwendinê bên kirin pêşengehên bi vî rengî girîng û taybet in. Pêşengeha pirtûkan dîroka me bi me dide naskirin û şîrovekirin. Heta em nexwînin û em li wêjeya xwe xwedî dernekevin dê neyarên me li ser keda me rûnin û berhemên me bidizin. Loma divê hemû gel bixwînin û girîngiyê bidin xebat û çalakiyên wêjeyî. Wêjeya gelekî eynika wî gelî ye. Divê em dev ji rastiya xwe û ji wêjeya xwe bernedin û xwedî lê derkevin."   'Jin rûyê wêjeyê yê germ e'   Nivîskara bi navê Şemis Enter jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber ku sîstemên heta niha hatine li ser keda jinê rûniştinin her dem jin ji wêjeyê dûr hatiye xistin. Lê dema ku em lêdikolin em dibînin ku gelek jinên hêja ku di warê wêjeyê de xwedî berhemên bi qîmet in, hene. Lê kes qala wan nake. Ji ber ku her dem keda wan hatiye binaxkirin. Armanca me yek jê ew e ku jin di qada wêjeyê de çalaktir bin. Dema em dinêrin jin xwedî dîrokek kevnar in. Jinê her dem li dijî kapîtalizmê li berxwe daye. Jin rûyê wêjeyê yê germ e. Loma divê bi taybet jin li wêjeyê xwedî derkevin."