Zarokên Til Temirê çanda xwe diparêzin 2018-09-24 09:01:18   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Bi armanca parastina çand û hûnera gelê Kurd, zarok li dibistana Mûzîkê a Navenda Çand û Hûnerê di dewreya perwerdeyê de fêrî tenbûr, keman, gîtar û orgê dibin. Zarokan gotin ku muzîk rihê mirovan zindî dike û ew ê li çanda xwe xwedî derkevin.    Dewreya yekemîn a perwerdeyê ya heyva sêyemîn ku li Dibistana Muzikê ya Navenda Çand û Hunerê dest pê kiribû didome. 15 zarokên Kurd û Ereb tevlî dewreyê bûn. Zarokên ku beşdarî perwerdeyê bûn anîn ziman ku armanca wan parastina çandê ye û ew ê vê çandê hîn bibin û bigihêjin nifşên din.    Mamosteyê Zarokan Dawûd Dawûd derbarê perwerdeyê de da zanîn ku çand û huner bingehên şaristaniya mirovahiyê ye û divê hemû kes lê xwedî derkevin.    Gulnaz Can a ku fêrî lêdana tenbûrê dibe wiha got:"Niha ji ber ku ez hînî tenbûrê dibim ez gelek kêfxweş im. Mamosteyên me gelek ked dide. Muzîk rihê mirovan zindî dike û mejiyê mirovan pêş dixe. Loma divê em eleqeyê her dem bidin xebatên çand û hunerê."   'Ez ê çanda Kurdî ji pişaftinê biparêzim'   Gîvara Mihemed jî hînî lêdana tenbûrê dibe û wiha dibêje:" Ez pir ji tenbûra xwe hez dikim. Ez ê çanda Kurdî ji pişaftinê biparêzim. Ez ê hewl bidim ku çanda kurdî bigihêjînim nifşên li dû me."