Çanda deqan a jinên Kurd 2018-09-23 09:01:19   Stêrvan Bêrîtan    MINBIC - Jinen Minbicê derbarê çanda deqan a jinên Kurd de diyar kirin ku berê ev çand ji bo jinan gelek girîng bû û gotin:"Ev çanda ku ji aliyê civakê û jinê gelek girîng dihat dîtin niha ber bi tunebûnê ve diçe."   Çanda deqan a jinên Kurd di dîrokê de xwedî taybetmendiyek mezin e. Ev çand ji bo jinên berê pir bi wate û cuda dihat dîtin. Jinên li Minbicê ku wan jî deq li rûyê xwe xistine gotin:"Ev çanda kevnar hîn didome lê ne wekî berê. Hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe. Di dema berê de jinên ku deq li rûyê xwe nedixistin ev yek wekî kêmasî dihat dîtin."   Jina bi navê Zehîda Hecî Mûrad a temenê wê 73 salî derbarê çanda deqan de wiha got:"Ez dema ku 15 salî bûm min deq li rûyê xwe xist. Wê demê hemû jinên li gund deq li rûyê xwe dixistin. Wê demê ev wekî çanda xweşikbûnê dihat dîtin. Di wê demê de kesên ku rûyê xwe deq nedikirin ev yek ji bo wan şerim dihat dîtin. Niha jî li rûyê min deqên min hene û ez gelek ji wan hez dikim."    'Deqên li rûyê jinan gelek cuda û girîng dihatin dîtin"   Edûle Harûn jî diyar kir ku berê deqên li rûyê jinan gelek cuda û girîng dihat dîtin û got:"Berê hezkirinek cuda ya deqên li rûyê jinê hebû. Ev çanda ku ji aliyê civakê û jinê gelek girîng dihat dîtin niha ber bi tunebûnê ve diçe. Ev çanda kevnar hîn didome lê ne wekî berê. Hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe. Di dema berê de jinên ku deq li rûyê xwe nedixistin ev yek wekî kêmasî dihat dîtin."