Vekirina 'Mîhrîcana Cîhanên Cuda' 2018-09-22 10:53:49   NAVENDA NÛÇEYAN-Zehra Dogan peyama bi deng ji bo Mîhrîcana Cîhanên Cuda bi rê ve kir. Zehrayê got:"Ez qet dev ji têkoşîna xwe bernadim. Têkoşîna min hînî min kir kur li dijî hilberînî asteng tune ye."   Komeleyên Les amis du Kedistan ve La Minoterie-À Pleine Voix (no profit) li Rojavayê Brîtanyayê vekirina Mîhrîcana Cîhanên Cuda ya ku ew ê di navbera 21'ê Îlonê û 21'ê Cotmehê de bê lidarxistin kir. Di mîhrîcanê de dê panel, sergî, konser bên lidarxistin.     Vekirina mîhrîcanê bi peyama Zehra ya bi deng hat destpêkirin.    Peyama ku Zehra ji girtîgehê şand wiha ye:    "Beşdarvanên hêja ez li ser navê 50 jinên girtî, ji zindana serîhildanê ya Amedê we slav dikim. Tevî ku her dem tê xwestin em bêdeng bimînin, dîsa jî îro heger ez dengê xwe digihêjînim we ev bi saya têkoşîna hevpar e. Tenê sedema girtina min ew e ku min daxwaza zarokek ku azadî dixwest kir nûçe û min wêneyê Nisêbîna ku hatibû xerakirin xêz kir. Yanî ez ji aliyê kesên ku nizanin edalet û demokrasî çi ye hatim girtin. Ji ber ku em li dijî zilmê sekinînin me digirin.    'Kurd li dijî zilmê disekinin'   Kurd li dijî zilmê û bêedaletiyê disekinin. Jinên Kurd tevî hemû zor û zehmetiyan dev ji têkoşîna xwe bernadin. Loma bi taybet êrîşî jinan dikin. Ji têkoşîna jinan ditirsin.    'Em xwe wekî girtî nabînin'   Niha wekî min bi sedan rojnameger, hunermend, bi hezaran siyasetmedar di girtîgehan de ne. Parlamenter di girtîgehan de ne. Lê em xwe wekî girtî nabînin. Çimkî em dizanin ku fikrên me li derve dibe sedema vekirina kulîlkên xweşik.    'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'   Min hêza xwe ji têkoşîna jina Kurd girtiye. Li vir ji bo ez wêneya xêz nekim alavên min nadin min. Lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ez qet dev ji têkoşîna xwe bernadim. Têkoşîna min hînî min kir kur li dijî hilberînî asteng tune ye."   'Ez jinên Kurd bi tilîliyên têkoşînê pêşwazî dikim'   Piştevaniya we bû sedema hebûna min. Ez jinên Kurd bi tilîliyên têkoşînê pêşwazî dikim."   Mîhrîcan dê ji aliyê dildaran ve bê lidarxistin.   Dê di mîhrîcanê de cih bidin wêneyên Zehra yên ku tevî derfetên kêm hatiye xêzkirin. Berhemên wê dora 70 hebî ye.    Hunermedn, Akademisyen, Nivîskar, Rojnameger û organîzator dê beşdarî mîhrîcanê bibin. Pereyên ku dê ji konseran û çalakiyên wekî din bê dê ji bo çûyinen mîhrîcanê û ji bo alîkariya têkoşînên cuda û projeyan bê veqetandin.