Tabloyên wê li her çar alî cîhanê belav bûn 2018-09-18 09:09:55   Safiye alagaş   STENBOL - Aysel Akgun a teşe dide kulav, tabloyên wê li her çar aliyê cîhanê belav bûne. Aysel diyar dike ku cîhanek mezin a rengîn a kulavan heye û got pir kêm kes bi hunera destan a kulav re eleqeder dibin.   Aysel Akgun bi hunera destan a kulav re eleqeder dibe. Aysel demekê bazirganiyê dike lê di demên vala de jî bi hunera destan re eleqeder bûye. Aysel ya gelek ji lêkolînê hez dike, ji ser înternetê dîmenê kulav dibîne. Aysel diyar dike ku kulav ji dîroka mirovahiyê heta niha hatiye bikaranîn û got wê jî biryar daye ku hunera destan a ji kulav pêşve bibe.   ‘Ez li ser tabloyan dixebitim’   Aysel ev 6 sal e bi vê hunerê re eleqeder dibe û wiha got: “Min wek hobî dest pê kir. Niha ez bi hezkirinek mezin dikinm. Ez kulav cuda şîrove dikim. Gelek hosteyên kulav hene. Ez ji terza xebata wan wêdetir revîze dikim. Ez li ser terza tabloyê dixebitim. Xebatên din jî dikim lê piranî li ser talboyan dixebitim.”   ‘Wek medîtasyonê ye’   Ayselê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev salek bi awayekî profestyonel vexwendî mîhrîcanan tê kirin û got: “Berhem pir tên ecibandin. Ji her çar alî cîhanê mirov tên. Tabloyên min digirin. Ev min gelek kêfxweş dike. Kulav ji bo min terza jiyanê ye. Ez aliyê mîstîk yê kulav jî hez dikim. Dema mirov bi kulav dixebitin sebra mirovan zêde dibe, hêrsa mirovan diqede. Wek medîtasyonê ye. kesên bi hunera kulav re eleqeder dibin divê xwedî sebr bin. Divê her tim xwe nû bikin. Divê teknîkên wê zêde bikin.”   https://www.youtube.com/watch?v=MrpPcu4AL5w&feature=youtu.be