Li Wanê pêkanînên restorekirinê yên şaredariyên qeyûm 2018-09-16 09:04:32   WAN - Li Wanê şardariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, di dema xebatên restorasyonê ya li ser berhemên dîrokî dike, ji ber ewlehî tune ye, rê li ber mirina mirovan vedibe û mîrateyên çandî yên bi hezaran salî jî di bin navê restorekirinê de têkiliya wan bi paşerojê ve tê qutkirin.   Berhemên dîrokî di bin navê restorasyonê de ji nû ve tên înşakirin. Bi alavên roja îro tên bikaranîn û bi restorekirinê têkiliya berhemên dîrokî û paşerojê tê qutkirin. Ev xebatên di bin navê restorasyonê de tên kirin jî bi destê qeyûmên tayînî şaredariyên Kurdistanê hatine kirin tê kirin.   Li Wan a ku şaristaniyên weke Urartu, Pers, Îlhanî û gelekên din jiya ne, gelek berhemên dîrokî bi tunebûnê re hatine rû hev. Yek ji van jî Sûka Penîr ya dîrokî ye. Ji bo Sûkê di koordînasyona Serokatiya Daîreya Başkirina Bajar û Rêveberiya Rîsk a Erdhêjê mîlyon TL butçe hat veqetandin û qeyûm dest bi restorekirinê kiribû. Di 12’ê Tîrmehê de saet di 16’an de dîwarên sûkê hilweşiyabû û di hezaza derket holê de zarokê bi navê Harun Cengîz ê 11 salî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.   Piştî dîwar hilweşiya welatiyan bertek nîşan dan û diyar kiribûn ku di pêvajoya restorekirinê de tevî hemû hişyariyan şaredariyê tu tedbîrên ewlehiyê negirtibû. Piştî bûyerê di daxuyaniya ku şaredariyê dabû de hatibû gotin ku polîs û dozger lêpirsîn dane destpêkirin.   Pira dîrokî hat asfaltkirin   Yek ji xebatên restorasyonê yên hatine kirin jî Pira Şeytan a Bêgiriyê ye. Pir li ser çemê Bend-dî Mahî hatiye avakirin. Dirêjiya wê 15 metre û firahiya wê jî 3 metre ye. Bilindî jî 17-18 metre ye. Bi kevirên andezît hatiye lêkirin. Tê gotin pir di sedsala 19’emîn de hatiye çêkirin lê nayê zanîn kê çê kiriye. Tê gotin ku dibe Îlhaniyan ev pir çê kiribe.   Ji aliyê şaredariyê ve li ser pirê asfalt hat çêkirin. Li ser bertekên hatin nîşandan asfalt hat rakirin û merciyên têkildar derbarê mijarê de tiştek negotin.