Hunermendên jin ên NÇM'ê: Em ê tu carî meşaleya têkoşînê ji destên xwe daneynin 2018-09-14 12:45:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 28-29’ê Tebaxa 2018’an de, hunermendên jin ên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bi şiyara “ Li hemberî  qirkirina çandî bi hunera jina azad têbikoşe “ konferansa xwe ya 5'emîn li dar xistin.   Di 28-29’ê Tebaxa 2018’an de, hunermendên jin ên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bi şiyara “ Li hemberî  qirkirina çandî bi hunera jina azad têbikoşe “ konferansa xwe ya 5'emîn li dar xistin. Hunermendan di konferansa ku dar xistin de sê salên dawî li Tirkiyê û bi taybetî jî li Kurdistanê bandora qirkirina çandî ya ku li ser gelan û civakan çêkiriye nirxandin. Hunermendan rastiya hişmendiya faşîzan a ku ji guhertina sembol û raçînkên çandî-dîrokî, gund û bajaran bigirin heta dizîna stranan, guhertina newayan û berhemên wêjeyî yên ku wek malê xwe nîşan dide bi berfirehî nirxandin.   Di konfreransê de hat gotin ku di hedefa şerên ku  modernîteya kapîtalîst bi salaye li Rojhilata navîn her ku diçe bêhtir dijwar dike de, êrîşeke li hember nirxên bingehîn ên civakên exlaqî û polîtîk heye. Di nirxandinên ku hatin kirin de, hat destnîşankirin ku modernîteya kapîtalîst a ku li hember modernîteya demokratîk a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan afirandiye û pêş xistiye de, her gav û her kêlî bi  têkçûyînê re rû bi rû ye û şerê ku her roj bazareke din li bazarên xwe yên heyî zêde bike dide.   Dîsa di konferansê de hat diyarkirin ku di hedefek din a van şerên ku li Rojhilata navîn û bi taybet li Kurdistanê tê meşandin de, jin û ciwan hene. Li hember vê yekê jî biryardayîna bêhtirîn bilindkirina têkoşîna çandî û hunerî ya jinê derket holê.   Di konferansê de wiha hat gotin:"Di vê dema ku şer her ku diçe kûrtir û dijwartir dibe de, îktîdara AKP-MHP'ê êrîşên xwe li ser giyanê me, mêjiyê me û nirxên me yên manewî pêk tîne. Bi dorpêçkirina huner-civak, huner-polîtîka û huner-exlaq’ê, armanc ew e ku sîlsîleya nirxên civakî yên hevpar bê wate bike û bîne asta ku bê hîs bike û civakeke girtî biafirîne. Lê ev hişmendiya faşîst bi van êrîşên xwe yên berfireh û giran hesaban li ser esasên xelaskirin û tunekirinê bike jî, rastiya ku xwe ji nû ve afirandin, hebûn û baweriya ku li ser hîmê wê em xwe heyî dikin, pişt guh dike. Têkoşîna hebûnê ya ku ev nîv sedsal e ji hêla rêxistin û gelê me ve di her qadê de tê dayîn, di qada me ya çand û hunerê de jî, bi gelek berdêl û şehadetên hevalên me hatiye dayîn.   'Em ê tu carî meşaleya têkoşînê ji destên xwe daneynin'   Di salên 90’î de ji bo ku kaset,kovar,rojname û pirtûkên me ji bin axê bên derxistin, têkoşîneke bêhempa hat dayîn. Divê em baş bibînin ku îro jî em bi hişmendiyeke faşîst ya ku rojnameyên me qedexe dike,pirtûkên me ji refan dadixîne,zimanê stranên me qedexe dike û hewl dide ku di şûna peyva “ Kurdistan” de “Gulîstan “ bi me bide gotin re, rû bi rû ne. Heger ku ji bo van hemû tiştan ewqas bi berdêlên gelek giran têkoşîneke ewqas bêhempa hatibe dayîn û heta roja me hatibe, bêguman ev yek hêza xwe ji bîrdozî û fîlozofiya rêbertiya me derxistiye holê digire. Li dijî van nêzîkatî û pêkhatinên  ku li hember berdêl û destkeftinên me pêk tên, me berê çawa li ber xwe dabe, îro jî em bi heman bawerî û biryardayînê dibêjin em ê tu carî meşaleya têkoşînê ji dest xwe daneynin.    'Dema gotin û biryarê ye'   Di vê dema ku hişmendiya yekperest serdest e, riya xwedîderketina li nirxên çandî yên civaka demokratîk, bilindkirina têkoşînê ye. Bingeha xwexelaskirina ji vê jehriyê û avakirina civakek tendirûst dîsa têkoşîn e. Huner wateya qada azadiya civakê, pêvajoya ku dîroka civakî digihîje şênbertiyeke giyanî û ramanî ye. Lewma jî ne pêkane ku huner ji mirov, civak û xwezayê qut bibe. Huner berxwedaneke ku hatiye estetîzekirin e. Li hember tunekirinê avaker e. Heqîqetê radixe ber çavan û li hember xweferzkirina serweriyê, azweriyeke mezin a berxwedana azadiya hunerê ye. A niha dem dema gotin û biryarê ye."