Pirtûka Gultan Kişanak a bi navê 'Rengê Mor ê Siyaseta Kurd' dê bê çapkirin 2018-09-13 12:57:38   STENBOL - Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê ya ku qayyim tayînî dewsa wê bû, Gultan Kişanak pirtûka bi navê  'Rengê Mor ê Siyaseta Kurd' nivîsand. Pirtûk dê di 21'ê Îlonê li Weşanên Dipnotê bê çapkirin.    Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê ya ku qayyim tayînî dewsa wê bû, Gultan Kişanak pirtûka bi navê 'Rengê Mor ê Siyaseta Kurd' nivîsand. Pirtûk dê di 21'ê Îlonê li Weşanên Dipnotê bê çapkirin.Di pirtûkê de ceribandinên jinên di siyaseta herêmî û giştî de cihê xwe girtine jî, tê ravekirin. Jinên siyasetmedar jî bi nivîsên xwe piştgirî dan berhema Gultan Kişanak a ku ew ê bê çapkirin.    Di pirtûkê de mijara wekî Têkoşîna Jinên Kurd a ku di qada siyasetê de sistema desthilatdariya mêr çawa paş ve xistiye cih digire.    Di pirtûkê de nivîsên gelek siyasetmedarên jin cihê xwe digire   Di pirtûka ku Gultanê amade kiriye de navên    Navên ku di pirtûka Gultanê de cihê xwe digirin ev in:"Aysel Tugluk, Burcu Çelik Ozkan, Çaglar Demirel, Diba Keskin, Dilek Hatipoglu, Edibe Şahin, Evin Keve, Fatma Dogan, Figen Yüksekdag, Gulser Yıldırım, Leyla Guven, Nurhayat Altun, Sara Kaya, Sadiye Suer Baran, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Servin Karakoç, Yıldız Çetin, Zeynep Han Bingol, Zeynep Sipçik, Mukaddes Kubilay."   Gultanê dê pereyê ku ji mafê telifê qezenc bike bide malên xwendinê yên jinan.