4'emîn mihrîcana zarokan li Serêkaniyê di roja duyem de dewam dike 2018-09-08 18:51:25   SERÊKANIYÊ - Li Bajarê Serêkaniyê mihrîcana zarokan a ku bi dirûşma" Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrinê pêk bînin" dest pê kiribû di roja duyemîn de dewam dike.   4’emîn mîhrîcana zarokan a li Bajarê Serêkaniyê bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn bi dirûşma" Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrinê pêk bînin"  dest pê kiribû di roja duyemîn de dewam dike. Bi tevlîbûna komên dîlanê, şano û muzikê dewam dike.   Koma Şehîd Viyan a bajarê Dirbêsiyê, Koma Kulîlkên Kurdistanê ya Bajarê Til Temirê,  Koma Şehîd Serhed a Gundê Qulanê, Koma Şehîd Viyan a Navçeya Zirganê stranên xwe pêşkeş kirin. Her wiha Komên Şanoyê derketin ser dikê.   Hêjayî gotinê ye ku wê mîhrîcan heta çend rojan dewam bike.