Bêrîkirina Efrînê ji wan re bû feyz: Em ê rojekê teqez vegerin 2018-09-07 09:07:24   Sozda Oremar   ŞEHBA - Elîf Osman û malbata xwe yên ku mecbûr man ku ji Efrînê koç bikin hêvî û dildariya wan huner û vegera ji bo Efrînê ye. Elîfê û malbata xwe bi gotina stranan û amûrên ku lê didin hêviyên xwe yên ji bo vegera Efrînê zindî dihêlin.    Efrîn berî ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) êrîş bike bajarê hunerê bû. Gelek malbatên ku piştî êrîşan ji Efrînê koç kirin bi hunerê re mijûl dibin.     Ji van malbatana yek jê Elîf Osman û malbata xwe ne ku mecbûr hatin hiştin li Kampa Serdemê bijîn. Elîfê, zarokên wê û hevserê wê bi çand û hunerê mijûl dibin û li amûrên muzîkê didin. Elîf û malbata wê hezkirin û bêrîkirina Efrînê bi stranên ku dibêjin tînin ziman. Elîfê dema li Efrînê dijiya li Meclîsa Gel dixebitî û 3 zarokên wê hene. Niha jî di rêveberiya kampa serdemê de cihê xwe digire. Elîfê dibêje:" Ez ê zarokên xwe bi çandek Kurdewarî mezin bikim ev peywira min a dîrokî ye."   'Zarok ji dayikên xwe hêzê digirin'   Elîfê da zanîn ku wan li Efrînê 58 rojî li dijî êrîşan li berxwe dane û got:"Li Efrînê li pêş çavên me her roj zarokên me dihatin qetilkirin. Ji ber van êrîşên hovane zarokên me ji dibistanên xwe man. Niha em li Şehbayê berxwedana xwe didomînin. Zarokên me ji dayikên xwe hêzê digirin. Çimkî dayik dibistana herî girîng e. Ez jî ji bo ji zarokên xwe re bibim mînakek baş ez li berxwe didim. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomîn û vegerin Efrînê. Ez ji vê yekê bawer dikim. Zarokên min jî ji vê yekê bawer dikin û hêzê digirin. Niha jî bi stranên ku dibêjin hezkirin û baweriya xwe tînin ziman."   'Ez dixwazim zarokên min ziman û çanda xwe zanibin'   Elîfê bêdengiya rêxistina mafên mirovan ên navneteweyî yên li dijî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got:"Zarokên min ji çand û hunerê hez dikin. Ez dixwazim zarokên min ziman û çanda xwe zanibin. Zarokên min ji ber derfetên kêm ên li Şehbayê pirsgirêkan dijîn lê têkoşîna ku me li Efrînê dan em li vir didomînin. Li vir jî ez zarokên xwe dişînim dibistanê da ku çand û hunera xwe hîn bibin.   'Ez ê rojekê li Efrînê dîsa stranên xwe bibêjim'   Kurê Elîfê, Feyzi Bilko yê 11 salî tevî temenê xwe yê biçûk tiştên ku li Efrînê jiyaye di nava stranên xwe de tîne ziman. Feyzî dibêje:"Ez gelek ji Efrînê hez dikim û ez dixwazim ku vegerim Efrînê. Çimkî berî dagirkirina Efrînê ez diçûm dibistanê, min dersa muzîkê didît û ez hînî stranan dibûm. Lê bi dagirkirina Efrînê em ji gelek tiştî hatin qutkirin. Lê ez xebata xwe ya muzîkê tevî şerdên zor li vir didomînim.  Ez dizanim, ez ê rojekê li Efrînê dîsa stranên xwe bibêjim."   Miran Mihemed Bilko yê 8 salî jî stranek ku dibêje diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike. Mîran dibêje:"Ez gelek hez ji Efrînê dikim. Li wir min û hevalên xwe me bi hev re lîstîk dilîstin. Lê gelek hevalên min ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin. Erdogan êrîşî me kir. Ez dizanim ku em ê dîsa vegerin Efrînê."   'Ez dîsa li tenbûrê dixim'   Rojanda Mihemed Bilko ya 14 salî jî li tenbûrê dixe û stranan dibêje. Rojanda wiha dibêje:"Ez li Efrînê diçûm dibistanê û ez zimanê dayika xwe hîn dibûm. Ez hînî tenbûrê û kemanê dibûm. Lê hatin û dibistanên me hilweşandin. Bûn sedem ku em koçî Şehbayê bikin. Lê me ev yek ji bo jiyana xwe nekir asteng. Têkoşîna me didome. Ez li vir jî diçim dibistanê. Tenê hêviya min ew e ku ez ji Zinara Lênûn-Cebel Ehlamê berdim Efrînê. Em ê vê yekê pêk bînin. Ez di vê baweriyê de me. Ez vê yekê di stranên xwe de diyar dikim."   https://www.youtube.com/watch?v=hxbF278joUI&t=1s