4'emîn mihrîcana zarokan a li Rimêylanê bi dawîbû 2018-09-07 08:31:57   GIRKÊLEGÊ - 4'emîn mihrîcana zarokan a ku li Bajarokê Rimêylanê a bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrinê pêk bînin" bi dawî bû.   Di 1'ê îlonê de  4'emîn  mihrîcana zarokan  li Bajarokê Rimêylanê li navenda Aram Tîgran bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn  hat lidarxistin.    Piştî 6 rojan  bernameyên xwe li Rimêylanê bi dawî kirin û niha dê biçin Bajarê Serêkaniyê û 3 rojên bernameyên xwe li wir bidomînin.   Di vê mihrîcanê de  zarokên Herêma Cizîrê berhemên xwe yên wekî govend, şano, muzîk, karê destan  pêşkêş kirin.  Ji bo ku heskirina çandê ya bi zarokan zêde bibe ev mîhrîcan hat lidarxistin. Ne bi tenê zarokên kurd, zarokên ereb jî ji Tilkoçer û Tilhemîsê tevî mihrîcanê bûn ku hebûna çanda gelen cuda mayinde bikin. Zarokên Şengalê jî beşdar bûn. Li wir jî zarokên Êzidî berhemên xwe ji çanda folklora ezda  pêşkêş kirin.   Koma "Kulîlkên Şengalê" çend stranên girêdayî çanda êzda pêşkêş kirin û Dîlana Soranî gerandin û paşê şanoyek bi navê "doxtorê komîk" pêşkêş kirin. Koma Kevana Zêrîn jî çend stran ji zarokan re gotin.   Mihrîcana zarokan a li Bajarokê Rimêylanê bi geredina govendê bi dawî bû.