Çîrokên çanda Kurd ji pênûsa Yasemînê tên nivîsin 2018-09-04 09:12:00   WAN - Nivîskar Yasemîn Elban tevî ku xwendin û nivîsandina wê tunebû jî ji derdorê çîrokên Kurdî guhdar kir û gelek berhemên nivîskî amade kir.    Yasemîn Elban a çîrokên ku ji mezinên xwe guhdar kiribû, xeyal dike ku van rojekê binivîse. Piştî salan şûnde qeyda xwe li Enstîtuya Zimanê Kurdî çê dike û xwendin û nivîsandina xwe pêş dixîne. Piştre bi alîkariya dotmam, pismam û cîranên xwe pirtûka çîrokan amade dike.Yasemîn diyar dike ku ji ber jin bi zarokên xwe re kurdî naaxivin ji asîmîlasyonê re bingehê amade dikin. Yasemîn li gundê Çursen a Tetwanê tê dinê û di 14 saliya wê de tê zewicandin. Piştî demê koçî Îzmîrê dikin. Yasemîn wiha dibêjeye: “Bavê min mele bû. Em gund bi gund digeriyan. Di salên 90’î de gundê me şewitandin. Dewletê bavê min ji kar avêtin. Em hatin Tetwanê. Ez heta 14 salî bi çîroka mezin bûm. Min gelek ji zimanê xwe hez dikir. Gotinên dayikên me, çîrokên wan di hişê min de ma. Ji ber sedeman min nikaribû bixwenda. Îzmîr ji çanda me pir dûr bû. Lê vebûna Enstîtuya Zimanê Kurdî bi min re kelecan afirand. Min çû qeyda xwe çê kir.”   ‘Min zimanê xwe ji bîr kir’   Yasemînê ev tişt vegot: “Di zarokatiyê de min dest bi dibistanê kir lê min Tirkî nizanibû. Fêrbûna Tirkî salên min girt û min tu car qebûl nekir. Ez çûm qursa ziman, min di alî avakirina hevokê de pirsgirêk jiya. Ez di nav salan de zimanê xwe hîn bûm û piştî 10 salan şûnde min hîndekarî jî kir. Ji wê rojê şûnde min 37 çîrok nivîsandiye. Piştre hatin weşandin. Min pirtûka ewil bi 20 çîrokî bi navê ‘ Carek caran’ weşand. Ji bilî vê ‘Xeyrî Abbas’ hat weşandin. Piştre ‘Ecêbên dinyayê’ hat weşandin. Ligel vê min çîrok û gotin qeyd dikirin. Mi ji vê jî pirtûkek 370 rupelî amade kir.”   Yasemînê destnîşan kir ku di pergala heyî de gelek berpirsyarî dikeve ser milên jinan û got jin bixwaze dikare gelek tiştî bike lê ger şerd û merc tunebe, pratîka vê pir zehmet e.