'Em hêvî dikin ku xeyalên zarokên Efrînê û yên hemû cîhanê pêk werin' 2018-09-03 12:37:20   Rûken Goman      GIRKÊLEGÊ - 4'emîn Mîhrîcana Zarokan a Bajarokê Rimêlana Girkêlegê didome. Zarokên Ereb ên bi navê Koma "Colaqiya" jî derketin ser dikê û gotin ku divê hemû kes li çand, huner û nasnameya xwe xwedî derkevin.    4'emîn Mîhrîcana Zarokan a Bajarokê Rimêlana Girkelêgê ku bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" dest pê kiribû, dewam dike. Di mîhrîcana zarokan de ji rengên cuda zarokan hunerên xwe pêşkeş kirin. Zarokên Ereb ên bi navê Koma "Colaqiya" jî derketin ser dikê û peyama piştigiriya ji bo zarokên Efrînê dan.    'Divê em li hemû çand û nasnameyan xwedî derkevin'   Rêvebira Koma Colaqiya Xewla Xelîl got:"Koma Colaqiya ji 10 keçên Ereb pêk tê. Dema ku me ev kom ava kir û perwerde kir me gelek zehmetî kişand. Lê ya girîng ew e ku em xeyalên hemû zarokên cîhanê pêk bînin û li keda wan xwedî derkevin. Divê em li hemû çand û nasnameyan xwedî derkevin. Armanca vê mîhrîcana zarokan jî ev e."   Endama koma colaqiya zaroka keç Xilûd Ehmed jî nêrîna xwe anî ziman û got" Ez wekî zarokek ereb dixwezim fêrî çanda xwe bibim, wekî cara yekem ku em keçên ereb bi komeke xweser derdikevin di mihrîcanê de ez pir kêfxweşim, û dixwezim her zarokekî ereb jî ji çanda xwe hesbike  û xelayalên xwe pêk bînin. Divê hemû kes li çand, huner û nasnameya xwe xwedî derkevin. Em hêvî dikin ku xeyalên zarokên Efrînê û yên hemû cîhanê pêk werin. "