'Em ê berxwedana xwe berdewam bikin' 2018-09-01 17:37:37   ÎZMÎR - Gamze Yantur a ku di pêşangeha wêneyan a bi navê "Ji hundir ji bo derve wêne: Xeyal nayên astengkirin" de axivî got; "Ew tu carî bê hêvî nabin û ew ê berxwedana xwe berdewam bikin."    8'emîn pêşangeha wêneyan a bi navê, "Ji hundir ji bo derve wêne: Xeyal nayên astengkirin ku ji aliyê Red Fotograf û Gorulmuştur  ve hat amade kirin, li navçeya Kuşadasi ya Îzmîrê li Navenda Çandê ya Ozel Arabulê hat pêşandan. Ji Koma Red Fotograf Sultan Guner û ji Ekîba Gorulmuştur jî ji bo Gamze Yantur ji aliyê Navenda Çandê ya Kuşadasiyê ve li ser navê aştî û azadiyê bîrdariya kevokê ku sembolê Kuşadasiyê ye hat dayîn.    Gamze ya ku di pêşnagehê de axivî diyar kir ku ew wekî Ekîba Gorulmuştur dixwazin ku bibin dengê girtiyan.