Di pêşengiya jinan de li taxa 1'ê Gulanê Mîhrîcan 2018-08-31 11:37:27   STENBOL -Mîhrîcana ku îro li taxa 1'ê Gulanê tê destpêkirin û wê sê rojan berdewam bike roja wê ya duyemîn ji aliyê jinan ve tê organîzekirin.   Li taxa 1'ê Gulanê ya li Ataşehira Stenbolê di pêşengiya jinan de mîhrîcana ku wê 3 rojan bê lidarxistin tê destpêkirin.  Di daxuyaniya ku derbarê mîhrîcan ji rêxistina jinên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komîsyona Jin û Ciwanan a Komelya Çand û Hunerê ya Pîr Sultan Abdal, Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM), TJA, kOZ, DKH û YDK'ê ve tê organîzenkirin de hat dayîn, hat diyarkirin ku taxa 1'ê Gulanê ya di 2'yê Îlona 1977'na de hat avakirin, hat gotin ku di her kevirekî li taxê hatiye bicihkirin de keda jinan heye û di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Duh dema ku em ji bo li taxa xwe ya ji aliyê me ve hat avakirin bên hewandin li ber xwe da, îro jî em vê berxwedana xwe berdewam dikin, Em jin 'duh hebûn, îro hene û em ê sibe jî hebin'. Mîhrîcana ku em her sal li dar dixin em roja wê ya duyemîn wekî mîhrîcana jinan bi rêxistin dikin."   Mîhrîcan, wê li ber Mala Cemê ya Pîr Sultan Abdal a li Tataşehirê, saet di 16'an de bi meşê bê destpêkirin. Roja duyemîn a mîhrîcanê ku wê ji aliyê jinan ve bê birêxistinkirin jî  wê li taxa 1'ê Gulanê li Parka Denîz Gezmîş bi sînevîzyonê bê destpêkriin.  Piştî belge fîlma ku bê nîşandan wê panela bi sernavê "Rola jinê ya di dîrokê de" û "Rewşa aborî ya jinê û tundiya li ser jinê" bê lidarxistin. Panela ku wê bê lidarxistin parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay û parlamenter Stenbolê Zuleyha Gulum wekî axaftvan tevli bibin. Piştî panelê wê bi konsera ku ji aliyê Gurup Alamor û jinên PSKD'ê ve bê dayîn roja duyemîn a mîhrîcanê bê bidawîkirin.   Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de jî wê panela bi mijara "Li tirkiyeyê pêvajoya siyasî û erka şoreşgeran" bê lidarxistin û piştî panelê wê mîhrîcan bi stranên Ronahî û Koma Çiya, Gurup Vardiya û Koma Îsyan Ateşî bi dawî bibe.