Pirtûka berhemên wêjeyi ya Deniz Firad derket 2018-08-13 17:11:29   MEXMÛR - Pirtûka berhemên pêşbirka Deniz Firad ji pirtûkxaneya Mexmûrê bigirin. Hun dikarin ji pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar a Wargeha Şehîd Rûrsem Cûdî pirtûka berhemên wêjeyi ya Deniz Firad bigirin.     Ji bo bîranîna Rojnameger Şehîd Deniz Firat a ku li Mexmûrê şehîd bûyî,çar sal in pêşbirka Çîrok û Helbestan tê lidarxistin. Her diçe pêşbirk bi berhemên hunerî tê dewlemendkirin. Îsal beşa wênevaniyê jî li ser hat zêdekirin. Di heman demê de her sal berhemên ku tên komkirin ji aliyê Komiteya Amadekar ve dibin pirtûk. Pirtûka 3’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a sala 2017’an derket û niha li Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar li benda xwendekaran e.   Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat a ku ji alîyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ê ve tê lidarxistin, Pêşbirka sala 2017’an ji bo bîranîna herdu şehîdên xwişk û bira Şehîd Sarîna û Şehîd Zîndan hatibû lidarxistin.   Ger hun bixwazin li ser internetê pirtûkên pêşbaziya wêjeyî ya Deniz Firad bigirin li vê navnîşanê bigerin. yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com