Roza Metîna: Ez çîroka têkoşîna jinên kurd dinivîsim 2018-08-10 09:01:36   AMED - Îsal 4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) li Mexmûrê hat lidarxistin. Di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat de Helbestkar û Rojnameger Roza Metîna di beşa Çîrokên Kurdî de hat hilbijartin. Roza Metîna ya ku berê jî di beşa çîrokan de du xelatên cuda girtibûn diyar kir ku ew çîroka têkoşîna jinên kurd dinivîse û got:" Yên ku bi salane pêşengtiya têkoşîna doza kurd kirine jin in. Jinên kurd bi lehengî, çalakbûyin û damezrîneriya xwe her dem bûne xwedî rolek girîng. Em jî hêza xwe ji dîroka xwe û ji têkoşîna jinên kurd ên leheng ên wekî Leyla Qasim, Besê Xanim, Gulnaz Xanim, Gurbetelî Ersoz,  Mîna Qazî û Zarîfeyan digirin."    Îsal 4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat, bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat lidarxistin. Denîz Firat di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dabû. Di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat de Helbestkar û Rojnameger Roza Metîna di beşa Çîrokên Kurdî de hat hilbijartin. Roza Metîna ya ku berê jî di beşa çîrokên 23'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî û 3'emîn Festîvala Kurteçîroka Rojavayê Kurdistanê de, xelat girtibû bi lêv kir ku Jinên Kurd her dem bi pêkûtî û zextên mezin rû bi rû mane lê tu carî li dijî neyaran serî netewandine û çongên xwe danenîne û got:"Jinên kurd di hafizaya civakî de şopek mezin hiştin. Di nava rûpelê dîrokê de wekî mînaka hêzeke giranbiha hatin nivîsandin."   Roza Metîna da zanîn ku jinên kurd çavkaniya aştiyê û têkoşînê ne û got:" Her dem êrîş li dijî nasname, îrade û bedana jinê hatiye kirin lê jina kurd tu carî serî netewandiye, çong daneniye. Loma ez çîroka têkoşîna jinên kurd dinivîsim. Lehengên çîrokên min jin in. Ev xelata sêyem e ku ez di beşa çîrokan de digirim. Di beşa 23'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Hûseyîn Çelebî de lehenga çîroka min Dayika Taybet bû. Di 3'emîn Festîvala Kurteçîroka Rojavayê Kurdistanê de lehenga çîroka min Cemîle Çagirgan bû. Di 4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat de jî lehenga çîroka min Sultan Irmak a ku di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin bû. Min di çîrokên xwe de têkoşîna jina Kurd derxist pêş. Çimkî yên ku bi salane pêşengtiya têkoşîna doza Kurd kiriye jin in. Jinên Kurd bi lehengî, çalakbûyin û damezrîneriya xwe her dem bûne xwedî rolek girîng. Em jî hêza xwe ji dîroka xwe û ji têkoşîna jinên Kurd ên leheng ên wekî Leyla Qasim, Besê Xanim, Gulnaz Xanim, Gurbetelî Ersoz,  Mîna Qazî û Zarîfeyan digirin."    'Jina Kurd xwedî rolek serhildêr e'   Rozayê destnîşan kir ku jina kurd ji dîrokê heta niha her dem xwedî rolek serihildêr e û wiha domand:"Jinên kurd ji dîrokê heta niha di qadên civakî de bûnin xwedî rol û taybetmendiyek girîng. Li ser esasê xweparastina rewa li nasnameya xwe xwedî derketine û di nava rûpelê dîrokê de wekî mînaka hêzeke giranbiha hatin nivîsandin. Jinên kurd her dem li kevneşopiya xwe û li dîroka xwe xwedî derketin. Niha lehengên wekî Deniz Firat jî hêza xwe ji dîroka xwe girtin û heta dawî dev ji têkoşîna xwe bernedan. Li qadên azad têkoşiya ku rastiyê ragihîne gel.  "   'Em ê li emaneta Denîz Firat û rêhevalên wê xwedî derkevin'   Rozayê bi lêv kir ku ew ê li emaneta Denîz Firat û rêhevalên wê xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Şehîdên çapemeniya azad ên wekî Deniz Firat, Nujiyan Erhan, Şîlan Aras, Rohat Aktaş, Rizgar Adanmiş di hafizaya civakî de şopek mezin hiştin. Ew berdewamiya çavkaniya aştiyê û azadiyê Gurbet Eli Ersoz in. Ew ê di nava rûpelên dîrokê yên spî de bi tîpên zêrîn têkoşîna wan bê nivîsandin."