Sembola ronahî û zanabûnê: Dayika Fatma 2018-08-02 09:07:53   Gulîstan Azak   DÊRSÎM - Ziyareta Dayika Fatma ya li ser riya Geliyê Munzurê ye û ji sembolên girîng a çanda Elewîtiyê ye, her sal ji aliyê hezaran kesî û bi taybet jî ji aliyê jinan ve tê ziyaretkirin.   Dêrsîm ku yek ji navendên baweriya Elewîtiyê ye, li gelek deverên wê perestgeh hene. Yek ji van perestgehan a Dayika Fatma a li ser riya Geliyê Munzurê ye. Perestgeha Dayika Fatma ya sê kîlometreyî ji Dêrsîmê dûr e, her sal bi hezaran kes diçin serdana wê. Tê bawerkirin ku ji bereketa Dayika Fatma ya dayika Hz. Huseyîn û Hesen temsîl dike. Dayika Fatma wek rûyê heyvê tê binavkirin. Bi taybet jin bi duakirina ji bo Dayika Fatma dest bi rojê dikin.   ‘Ronahî û zanabûnê temsîl dike’   Gul Ateş diyar kir ku jinên Dêrsîmê li hember Dayika Fatma rêzdariyek mezin nîşan didin û got herî zêde jin diçin serdana Dayika Fatma. Gul wiha got: “Dayika Fatma nûneriya gelek xweşikahiyan e. Dayika Fatma; ronahiyê, zanabûnê temsîl dike. Ji bo Dayika Fatma derdorê ronî bike çend rojên hefteyê tên vir û dua dikin. Dayika Fatma ji bo me kesek bi nirx e.”   Herî zêde jin xwedî lê derdikevin   Gul destnîşan kir ku herî zêde jin xwedî li qada perestgehê derdikevin û zanabûna Dayika Fatma bandorek mezin li ser gelek kesî kiriye.