Tevî qedexeyê mîhrîcana Dêrsimê dest pê kir 2018-07-28 10:07:19   DÊRSIM - 18'emîn Mîhrîcana Dêrsimê tevî qedexeyê bi eleqeyek mezin serê sibehê dest pê kir.    18'emîn Mîhrîcana Xwezayê û Çandê ya Munzurê tevî qedexeyan dest pê kir. Tevî gelê Dêrsimê gelek kesên ku ji bajarên cuda hatibûn Dêrsimê herikîn Munzurê. Di mîhrîcanê de gel tevî amûrên lêdanê bi coşek mezin govend gerand. Patîleyên ku ji aliyê jinan hatibû amadekirin jî pêşkeşî mêvanan hatin kirin.    Di çarçoveya mîhrîcanê de dê bi beşdarbûna hunermend û ekolojîstan li Ovacikê daxuyaniya çapemeniyê bê dayin.