Pirtûka 'Dîroka Kurdistanê' hat qedexekirin 2018-07-26 14:43:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka bi navê 'Dîroka Kurdistanê' ku ji aliyê Weşanxaneya Avetayê ve hatibû çapkirin  ji aliyê Dadgeriya Sulh Cezayê ya Ayvalikê ve hat qedexkirin.   Pirtûka bi navê 'Dîroka Kurdistanê' ku ji aliyê Weşanxaneya Avetayê ve hatibû çapkirin  ji aliyê Dadgeriya Sulh Cezayê ya Ayvalikê ve hat qedexkirin. Pirtûka ku ev 18 sal e li pirtûkfiroşan tê firotin, berê jî di sala 2000'î de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê  (DGM) ve hatibû qedexekirin û ji xwediyê weşanxaneyê re cezayê pere û yê girtîgehê hatibû dayîn.   Pirtûka ku piştî gelek îtîraz û têkoşîna hiqûqê dîsa ji bo xwedevanan li pirtûkfiroşan cihê xwe  girt, vê carê jî ji aliyê Dadgeha Sulh Cezayê ya Ayvalikê ve hat qedexekirin.