Walîtiya Dêrsimê mîhrîcan qedexe kir 2018-07-25 13:58:38   DERSIM -  Walîtiya Dersimê bi îdiaya “Ji rêxistinê re dê kes û fînansê temîn bike” 18’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê qedexe kir.    Federasyona Komemeleyên Dersimê (DEDEF) dê di navbera 26-29’ê tîrmehê de 18’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê li dar bixista. DEDEF’ê ji bo destûra mîhrîcanê serî li Walîtiya Dersimê dabû. Walîtiyê bersiva neyînî da serlêdanê û bi îdiaya “Ji rêxistinê re dê kes û fînansê temîn bike” mîhrîcan qedexe kir.    Serokê Komîteya Amedakar a Mîhrîcane Alî Haydar Ben berteka tund nîşanî biryara qedexekirinê ya walîtiyê da û dê têkildarî mijarê saet di 18.00’an de li Qada Seyîd Riza daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Ben anî ziman ku her çiqas mîhrîcan bê qedexekirin jî dê navendên pîroz ziyaret bikin û dê armanca mîhrîcanê bicih bînin.