Hejmara 10'emîn a Kovara Jînelolojiyê derket 2018-07-24 15:17:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya 10’emîn derket.    Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya zanist û bîrdoziyê ya 10’emîn derket. Kovar bi dosyeya “Etîk Estetîk II: Zimanê Xweşik û Başbûnê, Çalakî û Bîrdoziyê” di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girt. Xwendevan dikarin hejmara dawî ya Kovara ku bi dirûşma “Zanista li derdora jinan bi pêş dikeve, gava rast û ewil a civakbûyînê ye” derket li hemû pirtûkfiroşên bijarte bibînin.   Kovara ku di vê hejmara wê de ji nivîsên gelek nivskar, hunermend û rojnamegeran re cih hatiye dayîn li ser qapaxa wê jî wêneyê Şahmeran heye.