Rewşen Çelîker: Muzîk vegotina heqeqîtê ye 2018-07-19 09:19:15   Evrîm Kepenek   STENBOL - Hunermend Rewşen Çelîker ku bi Kurdî û Ermenî stranan dibêje, diyar kir ku muzîk di esasê de vegotina heqîqetê ye.   Rewşen Çelîker strana ‘Ax Lê Wesê’ vedibêje û guhdarvan, wê wek ‘Dengê bi heybet’ didin nasîn. Rewşen a ku albuma wê ya ewil ‘Ax Lê Wesê’ di platformên dîjîtal de tê parvekirin, ji bo albuma xwe ya duyem jî amadekariyan dike. Em jî bi Rewşenê re li ser muzîkê axivîn.   *Ji bilî jiyana we ya muzîkê hûn xwe çawa dikarin vebêjin?   Ez her tim di dilê xwe de xwe li alî ronahiyê me û heta ji destên min tê ez vê yekê pêş dixînim. Vê jî salên min girt.  Ev kêfek e, rûyê xwe yê ronahî nîşanî hinek kesan dayîn e.    *Hûn rihê xwe yê li sahneyê çawa vedibêjin?   Ew li gorî rojê diguhere, Mirov bi fikar bin, xemgîn bikin, pirsgirêk hebin, mirov ji sahneyê kêfê nagirin. Teqez rewşên mirov şaşiyan bikin jî hene. Li holê berhemek heye û divê mirov mafê wê bidin. Em hewl didin li sahneyê çîroka wê berhemê derxin holê. Yanî enerjiyek hevpar, enerjiya sahneyê ye.   *Bi 11 zimanî stran gotin çawa ye?   Her ziman di nav xwe de çandekê dihewîne. Ez ji van zimanan hez dikim. Erdnîgarî di muzîkê de xwe dide bihîstin. Ziman û stranên me yên xweş hene. Her zimanek çîrokek wê melodiyek wê heye.    *Gelo ne zehmet e, hûn Kurd in, bi zimanên din jî distirên?   Bêguman zehmetiyên wê hene lê li gorî wê teşeyê xebatê pêş dixînim. Bi kîjan zimanî bêjim qeydên wan stranan digirim û li ser dixebitim. Koçê ziman bêje çi ez wisa dikim. Ez wê stranê ji 4 hevalên ziman dizanin re dişînim. Em li cihekî hewl didin çîrokê vebêjin. Ez bi Lazkî, Fransî, Ermenî, Suryanî û Kurdî vedibêjim.   *Erdnîgarî bandorek mezin li ser we jî dike?   Em di dilê xwe de bi erdnîgariyek mezin digerin. Em tiştekî dilê xwe de kifş dikin. Em li zimanekî ku wergeriya wê erdnîgariyê dikin digerin. Ez jî hinek tiştên din li wê stranê bar dikim. Bandorek wisa ya erdnîgariyê li ser muzîka min heye.   Ez Kurd im. Min li her derê jiyana xwe bi Kurdî da jiyankirin. Min di jiyana xwe de heyî kir. Min nirxa ku heq dikir dayê. Israrek min a bi Kurdî hebû. Malbat jî di vê mijarê de xesas bû. Zimanê min di muzîka min de jî gelek girîng bû.   *Hûn an jî muzîka we di bin zextê de ye gelo?   Ez wek kes nikarim bêjim ez azad im. Pisgirêk hene. Rastiyên me hene. Em wek gel demên zehmet derbas dikin. Mîhrîcan û konser betal dikin.    *Hûn dikarin rêwitiya muzîka xwe hinek vebêjin?   Di nav bêderfetiyan de birayê min kemanek diyariyê min kir. Li gorî min wê kemanê jiyana min a muzîkal bi teşe kir. Ew keman tunebûna min ê berê xwe bida enstrumanek din. Ez ji wir muzîka klasîk a rojava hîn bûn. Ez muzîkên Ermenî hîn bûm. Her stranek çîrokekê vedibêje. Di esasê de her roj em  hemû çîrokekê vedibêjin. Stran gerdunî ne. Mirov di stranek ku qet zimanê wê nizanin de dikarin bigirîn. Hişekî me yê muzîkal ê cidî heye.    *Em bên albuma ‘Ax Lê Wesê’…   Albuma me di platformên dijîtal de tên belavkirin û ji qeydê malê pêk tên. 8 stranên albumê hene. 5 heb Kurdî 3 heb Ermenkî ne. Em bi ekîbek 5 kesî re dixebitin. Em bi gelek dostên xwe re dixebitin. Wê albumek nû jî bê. Albumek profesyonel di rê de ye.   Rewşen Çelîker kî ye?   Rewşen Çelîker li Tetwan a Bedlîsê tê dinê û teza lîsansa bilind li ser şanoya muzîkal a hunermenda Fransî Edît Pîaf nivîsî û di şanoya muzîkal de lîst. 4 enstruman lêda û bi 11 zimanan stranan dibêje. Rewşenê ji bo Zarok TV dem bi dem dublaj kiriye.