Li Başûrê Kurdistanê portreya hunermendekê: Rûbar Ahmed 2018-07-17 09:07:16   Ruken Çakar    SILÊMANÎ - Derhêner, şanoger û reqsvan Rûbar Ahmed tevî hemû zor û zehmetiyan dev ji hunera xwe bernedaye. Rûbara ku hunera xwe ji bo jinê diafirîne li dû xwe şopên ku nayê jibîrkirin dihêle.    Rûbarê şer û komkujiyên ku di dîroka Kurdistanê de hatiye jiyîn dinivîse û di nav vê yekê de jina ku dixwaze bi hunera xwe bijî heye. Rûbar Ahmed a ku li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye ji van jinên ku dixwazin hunera xwe bijîn yek e.    Rûbarê 1968'an ji dayik bû. Gava yekem bi şanoyê avêt baxçê hunerê. Rûbara ku her dem derdê xwe ji temaşevanan re dibêje armanca hilbijartina şanoyê wiha rave kir:"Gelek armancê min hebû lê armanca min a sereke ew bû ku ez ji temaşevanan re bibêjim ev lîstika ku ez dilîzim hûn bi xwe ne. Yanî hemû kes di nava wê lîstikê de cihê xwe digirin."   Komkujiyên li ser jinan rave dike   Rûbarê hem derhêneriya lîstikan kiriye hem jî di wan lîstikana de lîstiye. Rûbarê mînakek bi vî rengî ye ku wê her dem li dijî dijwariyê berxwe daye û girêdayî hunera xwe ye. Rûbarê komkujiyên li ser jinan wekî mijar hilbijartiye û jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye revandin rave kiriye.    'Huner armanca lêpirsînê ye'   Rûbarê wiha dibêje:"Huner amûrek lêpirsînê ye. Wekî Kurdekê û jinekê divê em hîn bêtir şer bikin û lê bipirsin."   Peyama herî mezin a Rûbarê ew e ku dixwaze jin bi wêrektiyek mezin li her qadê cihê xwe bigire. Her wiha Rûbarê dixwaze hîn zêde bi jinan re bixebite û dibêje:"Xeyalên min gelek in. Ez dixwazim derbarê reqsê de bi jinan re bixebitim û li ser destanan lêkolînan bikim û Kurdan nas bikim."           Bi zarokan re perwerdeya reqsê   Rûbarê hewl dide ku gelek karî bi hev re bike û di heman demê de li saziyek taybet dersa reqsê dide zarokan. Hunermend Rûbar li Silêmanî kursek vekiriye û bi her du keçên xwe re têkoşîna hunerê dide. Rûbarê û malbata xwe bi hev re bi hunerê mijûl dibin.