‘Nasnameya nû ya Sûrê de kurd tune ne’ 2018-07-15 09:55:51   Evrîm Kepenek   STENBOL - Nivîskar û rojnameger Nurcan Baysal diyar kir ku di dema qedexeyê de der barê tiştên li Sûrê de hatin jiyîn gelek tişt nehatine axaftin û bi pirtûka xwe ya ‘Ew deng’ derketiye pêşberî xwendevanan. Nurcanê diyar kir ku desthilatdarî dixwaze nasname û dîrokek nû ava bike û têde jî kurd tune bin.”   Pirtûka Rojnameger nivîskar Nurcan ya bi navê ‘Ew Deng’ ku tiştên di dema pevçûnên li Sûrê de hatiye jiyîn vedibêje, ji weşanên dîpnot derket.  Nurcanê der barê pirtûkê de nêrînên xwe anîn ziman û got wê hewl daye jiyana di bin bombebaranan de çawa berdewam kiriye, fêm bike û vebêje û  wiha got: “Ez li her derê geriyam. Min bi komên cuda re hevdîtin kir û min hewl da ez tiştên nayên dîtin bibînim.”   ‘Sûr wek malbatek mezine’   Nurcanê destnîşan kir ku Sûr ji bo Amediyan tê wateya malê û ev tişt anî ziman: “Her Amedî ji Sûrê derketiye. Sûr wek malbatek mezin e.  Cîrantiya li Sûrê cuda ye.  Kolanên Sûrê yên teng ji bo me qada lîstikê ya mezin bûn. Di pevçûnan de 6 taxên Sûrê hilweşandin. Alîpaşa di bin navê veguhestina bajêr de hat hilwşandin. Avahiyên sosret lê çêkirin.  Dîroka bi sedan salî tune kirin. Desthilatdarî nasname û dîrokek nû ava dike û di vê de jî kurd tune ne.”   Gelek tişt nehatin axaftin   Nurcanê destnîşan kir ku eleqeya ji bo pirtûka wê jî gelek mezine û  got di mehekê de çapa duyem kiriye.   Nurcanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kes dixwazin tiştên li Sûrê hatin jiyîn ji Amediyan guhdar bikin. Ji ber li gorî wan wê demê Amediyan hev nedîtine. Der barê Sûrê de hîna gelek tişt nehatine axaftin. Di vê demê de nivîsandin gelek zehmet bû lê bi nirx bû.  Her roj gelek binpêkirin dihatin jiyîn. Cenaze li erdê diman. Zilmeke mezin hat kirin.  Ji ber vê li dijî tiştên me winda kiriye berpirsyariya me heye.”