'Ez bi evînek mezin helbestan dinivîsim' 2018-07-15 09:05:07   Ronida Hacî   HESEKÊ - Jina Helbestkar Starê Ebdê ya ji Bajarê Hesekê ji 15 saliya xwe heta niha helbestan dinivîse û dibêje dema ku ew helbestan dinivîse di dilê xwe de jiyanê bi rih dike.    Jina Helbestkar Starê Ebdê 42 salî û ji Hesekê ye. Ew ji 15 saliya xwe heta niha helbestan dinivîse û di heman demê de mamoste û endama rewşenbîran e. Starê anî ziman ku ew di helbestên xwe de ked, dîrok û rastiya jinê radixîne pêş çavan.     Starê Ebdê da zanîn ku wê helbesta xwe ya yekem li ser ked û rola dayikan nivîsandiye û got:"Ez bi evînek mezin helbestan dinivîsim. Dema ku ez dinivîsim bêhna min fireh dibe. Ez hem mamostetiyê dikim hem jî karê xwe yê nivîsandinê didomînim. Ez girîngiyek mezin nîşanî keda jinê û rola jinê ya di jiyanê de, didim. Loma helbesta min a yekem  li ser keda dayikan e. Min xwest ez bi helbesta xwe peyamekê bidim civakê ku rola jinê çiqas girîng e. Jin hem zarokên xwe mezin dikin, hem karê xwe dikin her wiha çand û hunera xwe diparêzin. Loma divê her dem li dijî keda jinê rêzdarî bê nîşandan."   'Jin afirîner in'   Starê bal kişand ser afirîneriya jinê ya di jiyanê de û wiha dewam kir:"Du dîwanên min ên helbestê hene. Min dîwanek bi zimanê Erebî yek jî bi Kurdî amade kiriye. Çimkî ez girîngiyê didim zimanê dayika xwe. Gelek helbestên min hene ku min derbarê jinê de nivîsandiye. Çimkî min di heman demê de feyz ji afirîneriya jinê girtiye. Jin her dem afirîner in. Ji ber ku zihniyeta baviksalarî her dem keda jinê binax kiriye loma min xwest ez dîrok, ked û nasnameya jinê di helbestên xwe de derxim pêş."   'Çeka herî xurt a helbestkar, helbest e'   Starê da zanîn ku çeka herî xurt a helbestkar, helbest e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Helbestkar bi helbestên xwe li dijî desthilatdar, dagirker û mêtingeran şer dikin. Loma ew jî her dem êrîşî helbestkaran dikin. Taybetmendiya helbestkar jî ew e ku di helbestên xwe de rastiyê derxe pêş û di heman demê de civakê hem hişyar hem jî perwerde bike. Ez ê di siberojê de berhemek bi navê 'Kevoka Spî' çap bikim. Di vir de jî dîsa ez ê ramanên jinê derxim pêş. Jin bi fikir û ramanên xwe yên azad xweşik in."