'Jiyan bi huner û keda jinê tê honandin' 2018-07-12 09:02:18   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Berdewamiya çanda kevnar Nofa Sîno derbarê parastina nirxên civakî û xwezayî de anî ziman ku divê jinên Kurd li mîrateyên xwe yên Kurdewarî xwedî derkevin.   Nofa Sîno ya ji gundê Til Temirê, 90 salî, dayika 7 keç û 3 lawan ku heta vî temenê xwe nûnertiya parastina çanda xwe ya kevnar kiriye bi lêv kir ku ew ji 15 saliya xwe heta niha xizmeta çanda resen dike û got ku jiyan bi huner û keda jinê tê honandin.    Nofa Sîno da zanîn ku ew ji zarokatiya xwe heta niha li gund mezin bûye û got:"Ji ber ku em li gund mezin bûn, afirînerî û baweriya me bêtir pêş diket. Ji ber ku em di nav xwezayê de bûn û qadên ji bo pêşketina xeyalên me yên zarokatî berfirehtir bûn. Em bi rihekî zindî tev digeriyan û hestên parastina çanda kevnar pêşketir diket. Me alavên nû ji axê çê dikir û bi vê yekê me hem çanda xwe ya kevnar zindî dikir û hem jî afirîneriya me pêşdetir diket. Loma çanda herî resen li gundan tên jiyîn û serkêşiya vê yekê jî jin dikin."   'Çanda resen bi afirîneriyê tê parastin'   Nofayê anî ziman ku çanda resen bi afirîneriyê tê parastin û got:"Li gund me feyz ji xwezayê digirt û em her dem afirîner bûn. Li gund dema ku alavên xwarin û vexwarinê tunebû me bi axê çê dikir û em li xwe nediheyirîn. Me alavên wekî kûpê avê, tenûr, teşî, tifik çê dikirin. Me ji gîhayên çolê derman diafirand. Her wiha me bi gihayên çolê xwarinên xwezayî çê dikirin. Tama xwarina li gundan cuda ye. Ji ber ku li gundan her dem çanda resen tê parastin loma jiyana li gundan girîng e û herî zêde jin xizmetê ji bo vê jiyanê dikin. Mîrateyên gelê Kurd ên Kurdewarî herî zêde di nav xwezaya gundan de tên parastin loma divê em li çand û xwezaya gundan xwedî derkevin."   'Dem derbas dibe lê divê çanda me ya resen tune nebe'   Nofayê bi lêv kir ku divê gelê Kurd li dijî polîtîkayên bişaftinê çanda xwe ya resen her dem biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Her dem li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê û yên bişaftinê ketiye meriyetê loma divê bi taybet jin li dijî vê yekê derkeve û çanda xwe biparêzin. Çimkî jiyan bi huner û keda jinê tê honandin."