'Jina Kurd nasnameya çanda resen her diparêze' 2018-07-11 09:03:39   Rûken Goman   DÊRIK - Kurd xwedî çandek bi nirx û kevnar e. Jina bi navê Leyila Mîro jî hewl dide ku çanda xwe ya kevnar bide jiyîn, peyama xwedîderketina ji bo vê yekê dide û dibêje ku çanda kevnar gencî ne ye, divê mirov her dem biparêze.    Parêzkara çanda resen Leyila Mîro ku ji Gundê Kaniya Dirêj a Dêrikê ye û 30 salî ye hem ajalan xwedî dike hem jî nanê sêlê lê dixe. Bi vê yekê Leyilayê hem debara xwe dike hem jî çanda xwe ya kevnar diparêze. Leylayê ji 12 saliya xwe heta niha nanê sêlê lê dixe. Leyilayê got ku jina Kurd nasnameya çanda resen her diparêze.   'Parastina çandê divê erka hemû kesan be'   Leyilayê bi lêv kir ku divê hemû kes li çanda xwe ya kevnar xwedî derkevin û wiha got:"Ez ji zarokatî çanda xwe ya kevnar diparêzim. Divê mirov ji  çanda xwe û dîroka xwe haydar bin. Ji bo em di nav rabirdû û siberoja xwe de pira serkeftinê ava bikin divê em çanda xwe bidin jiyîn û agahiya me ji dîroka me hebin. Parastina çandê divê erka hemû kesan be."   'Rol û mîsyona jinê girîng e'   Leyilayê destnîşan kir ku di warê parastina çanda kevnar de rol û mîsyona jinê girîng e û got ku divê herî zêde jin hewl bide ku mirov ji hebûn û nasnameya xwe dûr nekeve.    'Zarok berdewamiya çanda kevnar e'   Leyilayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berdewamiya çanda kevnar û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku zarok berdewamiya çanda kevnar e divê em çanda xwe ya kevnar hînî zarokên xwe bikin ku tune nebe. Ziman û çanda ku zarok hîn nebe dê bi ber tunebûnê ve biçin. Loma divê em girîngiyê bidin hînbûna zarokan. Jin û zarok hevdu temam dikin. Jin hînî zarokan dikin zarok jî digihêjîne siberojê."