Nivîskar Rengîn Kardelen:Xurtkirina wêjeyê bi şoreşan pêkan e 2018-07-10 09:04:29   WAN - Li Tirkiyeyê pişavtin û qirkirina li ser zimanê Kurdî bandorek çawa li ser wêjeyê dike? Derbarê wêjeya Kurdî de nivîskar Rengîn Kardelen ji me re axivî. Rengînê diyar kir ku wêjevanên kurd bi têkoşîna bêhempa pişaftinên  sîstematîk bêwate û bêtesîr kirine.    Li Kurdîstanê ji aliyê hêzên netew ve  bi salane ser ziman, çand û baweriyan  pişavtinên mezin tên meşandin. Herî zêde jî pişavtinkirina ziman pêşiya peşketina wêjeyê digire. Ji berê de heyanî niha qedexeyên ser pirtûkên kurdî berdewam dikin. Der barê wêjeya kurdî û pergala pişavtinê de nivîskar Rengîn Kardelen ji ajansa me JİNNEWS’Ê re axivî.    ‘Çekoslovak li hember faşizma Hitler şerekî bêhempa kirin û di dîrokê de wek “Kulîlka Xaşxaş” hatine binavkirin’   Rengînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirtûka xwe ya bi navê Xaşxaş û wiha axivî:”Ez li navçeya Amedê li Sûrê hatime dinê. Ez di salên nodî de li rojnameya Ozgur Gundemê xebitîm. Min di wan salan de di gelek kovarên çandî de nivîsand. Piştî demekê ji ber nivîsên xwe yên rojnamegeriyê hatim sûcdarkirin û mecbûr mam ku derkevim dervî welêt. Helbet min li derveyî welêt jî xebatên xwe berdawam kir û bi serbilindiyek mezin di avakirina MED TV'yê de cih girt. Xaşxaş bi naveroka xwe hin caran bi bîranînan, devê hin bîrînan vedike, cardin xwîn dike, gelek tiştan destnîşanî xwîneran dike, dibe sond û peymana tekoşînê. Dibe bangawazî û qêrîna gelekî."   'Xaşxaş hin caran lêgerîna çavên evîndarekî ye'   Rengînê bal kişand ser taybetmendiya Xaşxaşê û wiha domand:"Xaşxaş hin caran di helbesteke evînê de lêgerîna çavên evîndarekî ye. Wek şîretên rîspîyên dem û dewran dîtiye, nesîhetan li mirovan dike. Dîroka welatê bindest û çîroka lehengên bê tirb tîne zimên. Xaşxaş demdeman dibe kenê Hecî Birlik û wek tîrêjên roja çileya biseqem dilê mirovan germ dike. Carinan jî dibe guleyeke dawîn a şervanê xendekan ku li hember dîlgirtina gelekî têdikoşe. Xaşxaş pîrtûkek biçûk e. Hevokên wê kin in. Lê wateya wê kûr e. Wek peyva şervanekî birîndar e, dilop dilop dibare ser kaxizê û belav dibe, diherike û diçe. Jixwe navê Xaşxaşê jî bi zanebûn hatiye bijartin. Berxwedêrên Çekoslovak li hember faşizma Hitler şerekî bêhempa kirin û bi terzeke fedayî êrîşa Hitler şikandin. Di dîrokê de jî wek "Kulîlka Xaşxaşê" hatin binavkirin. Rê û vîna fedaîyên dîrokê yek in. Dişibin hev. Wek manîfestoya wêrekîyê di demên zor û tarî de derdikevin holê, dibin sewta berxwedanê. Xaşxaş peyveke fedayîtî, wêrekî û efsûnî ye. “   ‘Civakên bê wêje wek zivistanek sar û cemidî ne’   Rengînê bal kişand ser  wêjeya kurdî û got ku têkçûyina wêjeyan ji qelsbûna zimanan tê û wiha berdewam kir:” Heger mirov wek xwezayekê bê binavkirin, wêje bihara xwezayê ye. Vebûna kulîlk, sosin û beybûnên rengîn e. Wêje lêgerîna jîyanek helbestî ye. Wek çîroka bûkên bêmirad e, wek sosinên strana xemgînîyê ye, wek hîv, wek stêrk, wek kanî, wek zozanên bilind e. Bi kurtasî herikîna jîyanê bixwe ye.Civakên bê wêje wek zivistaneka sar û cemidî ne. Xurtbûna wêjeyê xurtbûna koka mirov û civaka wî ye. Neynika şaristaniya civakê ye. Civaka ku wêjeya wê xurt be ew civak teqez xwedî dîrok, çand û bingeheke qewî ye."    'Kurdistan ew cih e ku dergûş û hêlîna mirovahîyê ye'   Rengînê behsa zextên li ser wêjeya Kurdî kir û wiha domand:"Çavkanîya efsane û mîtolojîyên xurt e. Ji aliyê wêje çand û hunerê ve bi rastî jî dayik û destpêka mirovahîyê ye. Kurdan ew şîrê wêjeyî û hunerî ji pêsîrên vî welatê qedîm mêtine. Bêhejmar qetlîam, koçberî û bûyerên bi xwîn û li hember vê jî berxwedan, têkoşînên bêemsal li vê axê hatîye jiyîn. Ew serpêhatinên tehl bûne mijarên berhemên wan jî. Gelek roman, helbest û çîrokên êşbar hatine nivîsîn. Di çel salên dawîn de hewldana şoreşeke bêhempa li welêt hatiye dayîn. Li hemû aliyên Kurdistanê ji aliyê serdestan ve pêşveçûna ziman û wêjeyê bi awayekî sîstematîk hatiye astengkirin. Pirtûkên wan hatine şewitandin. Nivîskarên wan hatine binçavkirin. Lê wan dev ji nivîsandina bi kurdî bernedane. Ji ber ku Kurd tu carî nebûne xwedî erk wêjeya wan a nivîskî bi qasî ya wan a devkî xurt nebûye. Di vî çel salê dawîn de wêjeya nivîskî ya kurdan pêş ve çûye û niha ji pîyesan bigire heta romanên underground ji hemû cûreyên wêjeyê mînak hene. Tevî ew zordestiyên ku me li jor qal kir, didomin jî berhem derdikevin. Wêjeya me di warê roman û helbestê de mînakên gelekî nirxdar in ku di asta yên cîhanê de dane û dide. Helbet dikare xurttir jî bibe. Lê asta wêjeyekê yekser bi xwîneran ve girêdayîye. Bi min heger Kurd bêtir li xwendina kurdî xwedî derkevin ew ê kêmaniyên me jî hindiktir bibin û ew ê wejeya me jî pêştir bikeve. “   ‘Wêjeya kurdî li gorî demê gelek zindî, dînamîk û pêşketî dibînim’   Rengînê daxuyand ku wêjeya hemçax pêdivîyeke civakî ye û wiha pê de çû;”Ez bawer im "hemçax" di wêjeyê de wek wêjeya modern an jî ya hemdemî dikare bê binavkirin. Ji bo wêjeya kurdî niha mirov dikare bêje di cîhanê de wêjeya herî çalak e. Wek wêjeya tirkî, li ser înkarkirin û berteka wêjeya klasîk derneketîye holê û xwe jê naşo. Xwe bi pêş dixe, nûjen dike, geş û xurt dike. Gelek gulîyan jê zêde dike. Wêjeya kurdî ya hemçax, dibe ku ji wêjeya klasîk û berhemên gelêrî xwe xwedî bike lê belê xwe di nav pîvan û qeydeyên kevin de asê nake. Wêjeya hemçax li gora min, dikare bandoreke mezin li civakê bike. Dikare civakek moderntir derxe holê. Dikare kesayetîya hemdemî derxe pêş û bike mînak ji ciwanan re. Wêjeya ku bi helbestan û bi metên modern têkiliyek xurt di navbêra hêstên ciwanên xwe de ava bike tu carî têk naçe.Ez wêjeya kurdî ligorî demê gelek zindî, dînamîk û pêşketî dibînim. Her diçe hêvîyen mirov zêdetir dibin û ev hêvî kelecaneke mezin dide. Ez karim bêjim ji zindanan heya çîyayan li her derê welêt, ji dîasporayê heta gund û bajarên biçûk bi dehan pîrtûk tên nivîsîn. Weşanxane û dezgehên bi wêjeyê re têkildar her dere bêtir ber bi civakê ve tên girêdan. Li tu welatên dinyê û li tu civakên din tevî zordestiyên bi rengî wêjeyeke ew qasî xurt nehatiye avakirin.   ‘Cegerxwîn, Celaddet Elî Bedirxanan pişaftina sîstematîk bê wate û bêtesîr kirine’   Rengînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî pişavtinên ser ziman û wêjeyê kir û wiha domand:”Pişaftina ser ziman û gelan pirsgirêkeke mirovahîyê ya herî trajîk û dijexlaqî ye.    Pişaftin sucê li hember mirovahîyê yê sereke ye. Dema ku tu kesekî ji ziman û çanda wî bikî, tu wî bêkok, bênirx, bênasname û bêkesayet dikî. Tu wî bê dil, bê ruh û bêvîn dikî. Hebûna wî pê dide înkarkirin. Fikr û ferasetê pê re nahêlî. Pişaftin xesandina mirovahîyê ye. Ziwakirina manevîyat û pîrozên mirov e.    Mixabin bandora pişaftinê li ser pêşketina wêje û çanda kurdî gelek zêde ye. Desthilatdar, dagirker û serdestên welêt bi pişaftinê xwestin gelê kurd tune bikin û wan bêkok, bêesil bikin. Lê belê wêjeya devkî, xwezaya Kurdistanê û rola dayikan destûr neda vê daxwaziya wan. Niha jî gelek nîvîskar û helbestvanên kurd bi zimanê tirkan dinivîsin. Heta mirov dikare bêje gelekê wan bi tirkî dinivîsin. Ez bi xwe jî gellek zor û zahmetîyê dikişînim. Ji aliyê nivîsandinê ve tirkîya min ji kurdîya min baştir e lê ez wek tercîh bi zimanê xwe dinivîsim. Lê min ahd kir û got ez ê teslimî pişaftina neyaran nebim û ez ê hestê xwe bi zimanê axa xwe û welatê xwe binîvîsim. Bi vê hişmendî û bîryardayînê min berhemên xwe bi kurdî nivîsand û bi zarokên xwe re jî bi zimanê xwe peyivîm. Ez ji vê gellekî kêfxweş im. Niha xebatên li ser ziman û wêjeya kurdî gellek bi pêş de çûne. Ked, xebat û cehdeke bi rûmet heye. Nivîskarên kurd ên berdewama tradîsyona Hewarê, Nebiyên Osman Sebrî, Mîr Celadet û Cegerxwîn ew ê helwest û êrîşa dagirkeran têk dibin. Pişaftina wan a sîstematîk bêwate û bêtesîr dikin.   ‘Divê kurd bêtir bi kurdî bijîn’   Rengînê diyar kir ku ji bo pêşketina wêjeya kurdî divê zêdetir kurdî bê jiyîn û wiha berdewam kir:”Divê em bêtir li ser tesîr û kûrahîya pişaftinê bifikirin ku li ser gelê me hatiye kirin. Pişaftin bi destê dewletê, bi plansazîyeke bi awayekî hovane tê meşandin. Li gora xwe encamek jî bi dest xistine. Ya dûyemîn welatê me di nava şoreşeke hemdemî ya bêhempa de derbas dibe. Li hember van kirinan divê kurd an jî xwînerên kurd, wek mamoste, wek dê û bav yan jî wek dost û heval bi awayekî xurt li nivîskarên xwe xwedî derkevin. Ji bo bibe bersiva pirsa te ev hewldanên me gavê me ji pişaftineke malkambax xelas dike lê di siberojê de dibe ku têrê neke. Divê kurd bêtir bi kurdî bijîn.   ‘Xurtkirina wêjeyan bi şoreşan pêkan e’   Rengînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo xurtkirina wêjeyê pêdivî bi şoreş û têkoşînê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Şoreş û Wêje bêyî hev nayên rojevê. Hev diafirînin, diwelidînin, çê dikin, xurt dikin, dermale dikin û bi pêş dixin. Hev geş dikin, ji hev sûd û hest werdigirin. Fikrên nû, hest û hêvîyên nû, bawerî û lêgerîneke nû dixwaze. Ev bişkuvîna dil û mêjîyê civakê niha bi şoreşa azadîyê li welatê me derdikeve holê. Divê nivîskar xwe weke şoreşger, pênûsa xwe jî wek amûrek ji bo xwegihandina wêjeyê bibînin. Li hember êrîşa çand, wêje û dîroka kurdan divê sekneke gelek xurt û biferaset rê bide. Kolan, bajar û malên gundan divê bibin qada fêrbûna ziman, dirok û wêjeya Kurdî. Em zimanê xwe çanda xwe di jîyana xwede bijîn û bi perwerdehîyê ciwan, jin û zarokên xwe kurdewar bikin. Gotina min a dawî ev e : Ji ber wê derfet û rûmet da min, ez gelek spas dikim, ez bi xebat û serkeftinên jinên şoreşger gelekî serbilind im. Ez dibêjim bi hebûna we em hene. Hêviya min ji kurdan ew e ku bi zarokên xwe re li malê bi zimanê serdestan nepeyivin.”