'Divê her berhemek dîrokî bê parastin' 2018-07-08 09:01:45   Zeynep Turgud   MÛŞ - Pira Mirad a dîrokî bi hatina demsala havînê re bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimîne. Mîna her sal îsal jî pira Mirad bi eleqeya turîst û gelê herêmê re rû bi rû dimîne. Pira ku xwedî 12 çavan e herî zêde bala turîstan dikişîne.    Xweşikbûna Mûşê 'Pira Mirad'   Erdnîgariya Kurdîstanê bi cihên xwe yên dîrokî pir dewlemend e. Her sal turîstên ku ji derveyî welat tên piştî  lêkolînên mezin ji dîroka Kurdîstanê pir bi bandor dibin. Pira Mirad a ku di sala 1871'de hatiye avakirin bi zindîbûna xwe eleqeyeke mezin dibîne. 12 km'yan ji navendê dûr e. Her wiha pir bi taybetmendiya xwe a xwedî 12 çavan kesên ku tên ziyaret dikin bi xweşikbûna pirê bi bandor dibin.    Her demsala havînê eleqeyek mezin dibîne   Di bin pirê de newala ku diherike xweşikbûneke cûda dide pirê. Mîna her sal îsal jî ji jinan bigire heta ciwanan herkes eleqeyeke mezin dide pir ê. Gelê heremê diyarkirin ku bi hatina turîstan tûrîzma bajêr pêş ve diçe û ew ji vê yekê pir kêfxweş dibin û  gotin ku divê her berhemeke dîrokî bê parastin.