Jinan li Pêşangeha Folklorê berhemên xwe pêşkêş kirin 2018-07-06 09:02:55   Rûken Goman   DÊRIK - Jinên ku di Pêşengeha  Folklorê ya ku bi Pêşengiya Kevana Zêrîn li Dêrikê hat vekirin berhemên xwe pêşkêş kirin diyar kirin ku ew ji çanda xwe ya kurdî ya resen hez dikin û gotin ku ew ê her dem çanda xwe biparêzin.   Pêşengeha Folklorê  ya ku bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn bi sernavê "Pêlên Dîcle"  hatibû vekirin piştî ku du rojan vekirî ma bi dawî bû. Pêşangeh di 2-3'yê Tîrmihê de li bajarê Dêrikê yê  Kantona Cizîrê li navenda Diclê ya Çand û Hûnerê hatibû li darxistin û di pêşangehê de  tevahî jinên herêmê  berhemên xwe yên  ji çanda kevnar û resen ku ji cûreyên xwerinên kurdî, cil û berg, govend û sitranan pêk dihatin li pêşangehê pêşkêş kirin. Her wiha di pêşangehê de koçeran alavên xwe yên herî kevnar yên ku di jiyana xwe ya xwezayî de bi kar tînin; meşk, tevin û destar jî dan pêşandan û bi vê helwesta xwe diyar kirin ku jinên kurd  çiqas dikarin li çanda xwe xwedî derbikevin û nasnameya xwe ya çandê biparêzin.   Beşdarvanên jin yên ku bi berhem û hunera xwe tevlî vê pêşengihê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.    'Em jin nahêlin ku dîroka me ya resan winda bibe'   Jina bi navê Xedîca Elî ku ji gundê Koçeran e kêfxweşiya xwe bi beşedarbûna pêşengehê anî ziman û wiha got" Em bi çanda xwe ve girêdayî ne û diparêzin.  Bi tayîbet em jinên kurd yên koçer, heta niha gelek alavên  kevnar yên ku me bi xwe re anîne vê pêşengehê em  di jîyana xwe de bi kar tînin."     Xedîca di berdewamiya axafitna xwe de  da zanîn ku gelek jin dûrî çand û dîroka xwe ketine û bi van hevokan dirêjî da axafitna xwe:" Jinên ku îro dûrî çanda xwe ketine, bila werin li jinên kurd meyîze bikin û girêdana wan a bi dîroka wan re bibînin. Sîstema keptelîsit  bandora xwe li civake kiriye û guhertin di hinek milan de çêkiriye.  Lê ji ber ku em ji çanda xwe hez dikin,  em ê çanda xwe ji tevahî rengên helandinê biparêzin. Heta ku em hebin em nahêlin ku dîroka me ya resen bê windakirin."   'Şoreşa jinên kurd li Rojava çanda gelan parast'   Jina bi navê Eyişa Mihemed jî ku tevli pêşangehê bû diyar kir ku şoreşa jinan a li rojavayê Kurdistnê parestina vê çandê kir û wiha domand: " Li gelek welatên cîhanê dema ku şer  diqewimîn bi xwe re her tişt tune dikirin. Lê şoreşa jinÊ li Rojavayê Kurdistanê  li hemberî tevahî dagirker  û êrîşan çanda tevahî gelan parest, Ne tenê yA kurdan lê belê ya tevahî neteweyên ku li herêmê cih digirtin parast.   Ji ber wê jî em tim dibêjin ku jin parêstvanên çandê ne .