Ji ber ku jin afrîner e û xwedî çande wê her çanda xwe biparêze 2018-07-02 09:02:06   Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên Kevana Zêrîn ku niha li şehbayê xwe bi rêxstin kirine kar û xebatê xwe dewam dinkin.   Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê herêma Efrînê û navçeyên we dagir kin, gelê Efîrnê kobçerî kanotna Şehbayê hat kirin û di kampan de hatin bicihkirin.  Gelê ku di kampan de dijî li gel  şert û mercên zehmet li ber xwe dide û rêxstina xwe dewam dikê. Navenda Çandê ya Kevana Zêerîn ku xebatên  xwe li Şehbayê dewam dikin nerînên xwe anîn ziman.   Endama Kevana Zêrîn ya herêma Efrînê Birîvan Dodex anî ziman ku jin her di warê jiyanê de efrîner e û li ku dibe rêxstina xwe dewam dike. Bêrîvanê anî ziman ku  îro jî jinên Efîrnê tevî hemû şert û mercan li Şehbayê karê xwe dewam dikin.   'Me xebata xwe bê navber meşandi'   Berîvanê anî ziman ku wan tu carî xebata xwe neterikand  û ev tişt got: ”Pişît gel di kampên li Şehbayê hat bicihkirin Kevana Zêrîn dest bi kar û xebata xwe kir. Endamên Kevana zêrîn ku li Efrînê kar û xebata xwe dikirin li hev kom bûn û gelek perwerdeyên wênexêziyê, sitran,govenid û mûzîkê vekirin. Her wiha di nav her komekê de hejmarek mezin ji zarokan, jinan û ciwanan tevlî  van perwerdeyên ku hatin vekirin bûne. Hemû komên ku tên perwerdekin wê di demên pêşde ji bo xebatê bên amadekirin.”   Rêveberiya Rêxistina Kevana Zêrîn Newroz Sûlêmen jî ev  tişt got” Tu carî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê wê nikaribin îradeya jinên Efrînê pişkînin û her çend ku xwestin bi êrîşên xwe jinan hedef bigirin bi ser neketin.  Ji ber ku jinên Efrînê xwedî îrade û Rêxistinin Em wek kevana Zêrîn li kampa serdemê piştî ku gel bi cih bû û endamên me komî hev bûn me dest bi kar û xebata xwe ya ku li Efrînê dida meşandin kir û em vê xebata xwe berdewam dikin."   'Ji bo hînbûna çandê berê xwe bidin kevana zêrîn'   Newroz a ku got me navber nedaye xebatê wiha dirêjî da axafitna xwe:”Bi destpêkirina me ya bi kar û xebat re hejmarek mezin ji jinên ciwan û bi tayebetî zarok hatin perwerdekirin.  Ez bang li hemû jinan dikim  ku berê xwe bidin Kevana Zêrîn û tevlî kar û xebatê bibin û ji bo ku zarokên wan çand û dîroka xwe nas bikin berê xwe bidin Navenda Kevana Zêrîn.”