18'emin Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye 2018-06-18 16:50:18   STENBOL – DEDEF’ê ragihand ku ew ê 18’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de li dar bixin.    Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) ji bo aşkerekirina bernameya 18’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê, li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam-rêveber û hunrmend tev li civînê bûn. Di civînê de Em di mihrîcanê de bên cem hev” daliqandin û li ser navê komê Sekreterê Giştî yê DEDEF’ê Hasan Şen daxuyanî da. Şen got ku ew ê di navbera 26-29’ê tîrmehê de mihrîcanê li dar bixin.    Hasan da zanîn ku mihrîcan li dijî valakirina gundan, çêkirina bendav, projeyên HES’ê û zextên dewletê ye û wê ev mihrîcan bibe qêrîna gel. Şen got ku diwazin xwezaya Dersimê jî bê mirov bihêlin.    Hasan destnîşan kir ku mihrîcan di nav têkoşîna hebûnê ya bajêr de cih digire û got: “Mihrîcan bû hêviya yên li ber xwe didin. Bênavber 18 sal e dewam dike û li gel hemû astengî û qedexeyan rêwîtiya didomîne. Munzur a gel wê ya gel bimîne. Em dixwazin gelê me bi coşek mezin  tev li mihrîcanê bibe.”    Piştî daxuyaniyê hunermendan jî xwest hemû kes xwedî li mihrîcanê derkeve û banga beşdariya mihrîcanê li gel kirin.