Bi sazê xwe li hemberî hişmendiya desthilatdar tedikoşe 2018-06-13 09:06:10   Zeynep Durgut   WAN-Di civakên bindest û feodal de herî zêde mafên jinan tê binpêkirin. Ji hûnerê heyanî aboriyê her qadeke jiyanî ji jinan re mîna şerim tê dîtin. Li hemberî vê hişmendiya baviksalar Maşallah Işik serî hilde û niha bi sazê xwe tedikoşe.    Di civakên feodal de  jin ji her qadên jiyanê hatine dûrxistin û gelek ji van qadan jî ji jinan re mîna qedexe û şerimê hatiye dîtin. Jina bi navê Maşallah Işik(40) jî yek ji wan jinan e. Maşallah a ku  ji saz û hûnerê gelek hez dike, lê ji ber ku civak şerim dibîne piştî temenekî şûnde xwe digihîjîne mîrazê xwe û niha li Navenda Çand û Hûnera Notaya 8'êmin bi  bi lêdana  sazê xwe li hemberî hişmendiya baviksalar tedikoşe.   'Ez bi sazê xwe tedikoşim'   Maşallahê anî ziman ku jin di civakê de her tim wekî kesên dûyemîn hatine dîtin û got ku li hemberî vê hişmendiyê bersiva herî xurt têkoşîn e û wiha axivi;"Min ji zarokatiya xwe heyanî niha her tim dixwast ez li sazê bidim. Kêfa min pir zêde ji hûnerê re tê. Ji zarokatiyê heyanî niha mereqa min a li hemberî hûnerê gelek hebû. Civaka ku ez tê de dijiyam, pir zêde feodal bû. Li gorî wan jin piştî mêr dihat û her daxwaziyek jinê jî diviya mêr biryar bida. Bi rastî ne tenê hûner di her qadên jiyanê de jin tên çewisandin û bindest tên hişitin. Jinên ku li gorî daxwaziyên mêr dijîn, ew li gorî civakê jinên herî jêhatî û serkeftî ne. Bi rastî min di zarokatiya xwe de dixwast ez saz lê bidim. Lê dîsa jî li hemberî hemû şerimdîtin û astengiyên civakê jî  min dev ji lêdana saz berneda. Niha zarokên min hene. Bi piştgiriya hevjînê xwe ez niha xeyala xwe ya zarokatiyê li vir pêk tînim. Ez bi sazê xwe tedikoşim û nîşanî didim ku jin dikarin her tiştekî bikin. "   'Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar li ber xwe bidin'    Maşallahê di berdewamiya axiftina xwe de bang li jinan kir ku di  jiyanê de tu car bêhêvî nemînin û wiha domand:"Gava ku ez li sazê  didim ez gelek kêfxweş dibim. Her tim hevalên xwe yên jin kom dikim û em bi hev re bi kelecaneke mezin li sazê didim. Ev yek min gelek kêfxweş dike. Saz giyanê mirov sivik dike. Mirov gava kêfxweş be jî û xemgîn jî be dikare li sazê bide. Bavê min digot 'Jin nikare li sazê bide, ev ne karê jinan e'.  Lê min ev qebûl nekir û ez niha li pey xeyalên xwe me. Heyanî cîranên min jî ji min re dibêjin ku tu xwedî 2 zarokanî şerme tu diçî perwerdehiya sazê, li malê karê xwe bike. Ji me re wisa dibêjin lê ez ê bi hûnera xwe vê hişmendiyê biguherînim. Ez li sazê didim û ez ê heta dawiyê jî lê bidim. Divê em jin her qadên jiyanê bi rengê xwe bixemilîn û li hemberî hişmendiya ku dibêje 'Jin nikare'  li berxwe bidîn."