Mihricana Jinan a Sakîne Cansiz hat lidarxistin 2018-06-10 17:41:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya ku Di Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz ku li Swîsreyê hat lidarxisitn de axivî bal kişand ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê û got; "Wê jinên kurd AKP'ê bikin sindoqê."   Mîhrîcana Jinan a Çand û Hunerê ya Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2012'an de li payitextê Fransa Parîsê bi du hevalên xwe re hat qetilkirin  vê salê bi temaya "Jin û Berxwedan" li Payitextê Swîsre Zurîhê hat lidarxistin.   Di mîhrîcana ku tê de gelek konser û şahî hatin lidarxisitn de, si serî de standên çand kurd gelek standên ji çandên cuda jî di mîhrîcanê de hatin vekriin. Mîhrîcana ku gelek sazî û dezgehên jinan ên naventeweyî tê de cih girtin axafitna vekirinê ji aliyê rayedarên saziyên amadekar ên mîhrîcanê ve hat kirin.   Besîme Konca ya HDP’î ku di Mihrîcanê de axivî wiha got“Jin di serî de li Rojhilata Navîn li hemû deverên cîhanê, li dijî hişmendiya desthilatdar a zilam têkoşînek mezin didin. Têkoşîna jin li Rovajayê Kurdistanê dimeşînin, ji bo têkoşîna jinan mînakek bingehîn e. Jinên Kurd dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hişmendiya tekparêz û netewparêzê di sindoqan de veşêrin.”