Ingilîziya pirtûka 'Jiyana min her şer bû' hat nasandin 2018-05-30 15:45:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Ingilîziya pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê "Jiyana min her şer bû" (Sara My Whole Life Was a Struggle), roja 29'ê Gulanê li paytexta Îngilîstan Londonê bi civînekê hate nasandin.   Civîna danasînê ji aliyê YXK û Roj Women ve hate organîzekirin û wergêra pirtûkê Janet Bill, rojnamevan Ulkem Zeremya û nûnera weşanxaneya Pluto Press ku pirtûk çap kir, tevlî civînê bûn.   Janet Bill qala agahiyên kronolojîk ên di bergê destpêkê yê pirtûka "Jiyana min timî şer bû" kir û got, Sakîne Cansiz jineke berxwedêr bû.   Rojnamevan Ulkem Zeremya jî diyar kir ku pirtûk hem biyografiyeke şexsî ye, hem jî dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd e.Ulkemê Sakîne şiband çemekî her diherike û got, ew rêbereke dîroka jinê bû. Ulkemê işaret bi berxwedana Sakîne ya li hemberî cûntakarên 12'ê Îlonê kir û destnîşan kir ku di bingeha têkoşîna Sakîne Cansiz de edalet, jiyaneke wekhev, maf û azadî heye.   Di dema civînê de li standa Pluto Pressê pirtûk hate firotin û wergêr Janet Bill jî îmze kir.