Di Mîhrîcanê de zarokan ji bermahiyan pêlîstok çêkirin 2018-05-28 15:15:19   AMED - Di çarçoveya Mîhrîcana Zarokan a Amedê de, ji kelûpelên bermahiyan çêkirina pêlîstokan fêrî zarokan hat kirin.    Mîhrîcana Zarokan a 1’emîn a Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê li darxistin di roja duyemîn de dewam dike. Di roja duyemîn de ji kelûpelên bermahiyan çêkirina pêlîstokan fêrî zarokan hat kirin. Di atolyeyên din de zarokan li gel mamosteyên xwe pêlîstokan lîstin.    Di navberdayîna atolyeyê de xwarin û vexwarin ji zarokan re hat dayîn û hemû zarokan bi hev re stran gotin.    Zarokan eleqeyek mezin nîşanî mîhrîcanê didin. Di vê çarçoveyê de heta 4’ê Hezîranê wê di warê atolyeyên drama, kukla û hunerê de perwerdehiyên cuda bên dayîn û ji bo pêşketina zarokan wê piştevanî bê dayîn. Bi vê yekê tê aramanckirin ku  zanebûna zarokan a kesanê bê aşkerakirin.