Ji odeyek aydê xwe ber bi sahneyên şanoyê: Tiyatro Oteyuz 2018-05-26 09:06:50   Duygu Cînîvîz-habîbe Eren   ENQERE -13 Jinên ji bo Tiyatro Oteyuz hatin cem hev  gotina Wîrgînîa Woolf a ‘bila odeyek aydê we hebe’ berfireh kirin û cîhana aydê xwe li ser sahneyê nîşan didin. Ji lambeyên sahneyê bigirin heta cil û berg û lîstikên dilîzin bi awayekî kolektîf amade dikin û ji xwe dest pê dikin û destê xwe didin hemû jinan.   Di 2001’an de li Mala Gel a Batikent şanoya jinan wek ‘Civaka Şanoyê a Jinan’ dest bi jiyana şanoyê kirin. Şanoya Oteyuz bi armanca bi jinan re guherînê pêk bînin derketin rê û ji jinên aliyên cuda pêk tê. Şanoya jinan a ji 13 jinan pêk tê lê di esasê de dem tê ev hejmar dibe 70’ê.   Ji ekîba Tiyatro Oteyuz Muhterrem Polat, Ayten Saçik, Hatîce Atakan, Yurdagul Tanriverdî, Zuhal Kurşunoglu ku provayên xwe li Egîtîm Sen a Batikentê berdewam dikin derbarê huner û şanoya jinê de axivîn.  Muhterem Polat diyar kir ku ew ji nû ve bi zarokên di civakê de hatine pelçiqandin derketine rê û got: “Em li ser jinê xebitîn. Hewldana me ji wê demê de didome. Mirov xwe ferq nekin derdora xwe nabînin.”   *Li Tiyatro Oteyuz roja we çawa derbas dibe? Hûn hemû jin in, Oteyuz ji bo we çi îfade dike?   Muhterem Polat: Em xebata xwe amade dikin. Kesek xebatê plan dike û em dest pê dikin. Em temayan hildibijêrin. Em lêkolînan li ser dikin û dema hewce bike em piştgiriya pisporekî digirin. Em carna diçin semîneran.   Ayten Saçik: Em li kolanê li parqan dilîzin. Em di 8’ê Adarê de 25’ê Mijdarê de dilîzin. Em derdikevin derveyê Enqereyê. Em diçin mîhrîcanan.    Hatîce Atakan: Tişta herî zêde li xweşa min diçe cudabûne. Min di vir de derbarê jinê de hilberîn dît û em van ji hevalan re vedibêjin. Mînak ez hatim piştî min hevalek min ya din hat. Piştevaniya jinê heye. Replîkên me ne metnên amade ne. Mijara me bi giştî jine.   Yurdagul Tanriverdî:Ez wek dibistanê li Oteyuz dinêrim. Min di vir de dît ku jin çi ye. Me xwe kifş kir. Em bixwe dilîzin. Hem dinivîsin hem dilîzin û hem jî em demên xweş derbas dikin. Ev jî bandorê li derdora me dike. Em bi çavekî din êdî li zarokên xwe dinêrin.    Ayşegul Ereng:Min li Komeleya Çanda Pîr Sultan Abtal, Oteyuz nas kir. Li wir xebata jinan hebû. Hevalên me dersa dramayê dida jina. Me li wir hev nas kir. Ji wê rojê heta niha em ligel hev in. Min piştî pêvajoya nexweşiyekî Oteyuz nas kir. Ez ji her tiştî aciz bûbûm û ev derket pêş min. Piştî vê rêwitiya ber bi cîhana min dest pê kir.   *Di vê pêvajoya zextê de li ser jinê zêde bûye de we xwe di şanoyê de heyî kir ev tê çi wateyê?Ev bandorek çawa li lîstikê we dike?   Muhterem Polat:Bêguman di her demê de jinbûn zehmet e. Dema me dest bi şanoyê kir ji malê derketin bi rastî zehmet bû. Di jiyana me de her tim desthilatdarî hebû. Ev ji bo me ne tiştekî nû ye. Lê em êdî bi rastî dizanin ku em ji bin vê dikarin derkevin. Tişta ku ew jî jê ditirsin ev e. Ger evqas jin winda bike ew doza azadiyê winda dike. Tehemula wan li dijî jina azad tuneye.    Ayten Saçik:Em bi giranî girîngiyê didin mijara jinan. Em balê dikşînin perwerdeyê û hemû pirsgirêkên civakî. Em carna dibêjin vê carê komediyê bikin lê dîsa tê ser pirsgirêkên Tirkiyeyê. Ger jin potansiyela xwe ferq bikin bi rastî wê hêzek mezin derkeve holê.   Aysegul Ereng:Ev polîtîkayên çewisandinê ne. Ewil jinê ditirsînin piştre hepsê malê dikin. Wê qet dest nedin wan jinan jî. Ji ber ji hêza jinê ditirsin van pêkanînan dikin dewrê. Em ê netirsin û serbilind bin.   Zuhal Kurşunoglu: Ez îsal yekem car tevlî bûm. Hawira me gelek xweş e. Ez li vir ji stresê rizgar dibim. Gelek kêfxweş im.    *Hûn dema dilîzin xwe çawa hîs dikin?   Ayşegul Eren: Em hemû jinên ji aliyên cuda ne. Lê em nasnameya xwe li derveyî derî dihêlin û diçin.    Muhterem Polat:Em li vir xwe baş hîs dikin. Xebata jinan a bi şanoyê re hêzek mezin derdixe holê.    Ayten Saçik:Em dema lîstikê dilîzin em wek zarokan in. Em azad dibin. Em bikevin kîjan rihê em parve dikin û dikevin piştevaniyê. Em hildiberînin û gelek caran jî piştevaniya jinê dertê holê.   *We çi parve kir û banga we ya ji bo jinan heye?   Ayşegul Ereng:Ez dibêjim ku bila jin hinek bi cesaret bin. Bila hêza xwe ferq bikin. Bi hev rabûn hêzê derdixe holê. Divê piştevaniyek hebe.    Yurdagul Tanriverdî:Divê hemû jin di bernameyên civakî de cih bigirin. Divê ji xwe re demê veqetînin. Dikare şano be û beşên din ên hunerê de cih bigire.   Ayten Saçik:Wek Wîrgînîa Woolf jî gotiye divê her jinek ‘odeyek aydê wê hebe’. Ev çand û huner dibe qadek din dibe. Ferq nake. Lê divê teqez derkevin derve.   Zuhal Kurşunoglu:Jin divê li her derê her tim xurt bin û di nava piştevaniyê de bin.   Muhterem Polat: Vê dewletê dayikbûn pîroz kir, leşkerî pîroz kir, mêr pîroz kir. Hepskirina jinan a li malê pîroz kir. Divê em li dijî van tiştên pîroz bisekinin.    Hatîce: Em ê hilberîn in û şûnde gavê navêjin. Ji me bitirsin.