6’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ji nû ve dest pê dike 2018-05-20 09:02:14   AMED - 6’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman di dîrokên di navbera 23-27’ê Gulanê  de bi 27 belgefîlman dest pê dike.   Mihrîcana ku bi piştgiriya Şaredariya Peyasê ya Amedê beriya niha pênç caran hatibû lidarxistin, ji ber tayînkirina  qayim ev saleke ku mihrîcan nehatiye lidarxistin. Piştî salek şûnde dîsa sînemager û sînemahez, 6’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ji nû ve dest pê dike. Mihrîcan  di bin banê Pale Hûner, Şanoya Bajar a Amedê, Mezopotamya Sînema, MA Musîc û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de  di di navbera 23-27’an de  di bin banê Pale Hûnerê de li Pale Hûnerê bi dirûşmeya “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!”dest pê dike. Mihrîcan wê bi 27 belgefîlman bê lidarxistin.  Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ser medyaya civakî daxûyaniyek nîvîskî weşand.   Di daxûyaniya nivîskî de ev tişt  hatiye nivîsandin: “Weke ku tê zanîn li Kurdistanê îradeya demokratîk a gel ku bi riya rêveberiyên xweser pêş diket bi destên qayiman hat desteserkirin. Hemû çalakiyên hunerî û mihrîcanên ku ev rêveberiyên xweser bi rê ve dibirin hatin betalkirin, ciyê perwerde û qadên nîşandana van çalakiyan hatin girtin. Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman jî ji van pêkûtiyan bi bandor bû û mecbûr ma ku were rawestandin. Di vê mihrîcana ku beriya niha pênç caran hatibû lidarxistin de ji çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û her wiha ji gelek bajarên cîhanê fîlm û derhêner cî girtin. Sînemager û sînemahez di vê mihrîcanê de hatin ba hev û bi riya panel, semîner û hevpeyvînan li ser pirsgirêkên çêkirina sînemayê, ji bo şert û merc guncav bibin mirov dikare çawa hevpar bixebite wek mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Dîsa di bin banê mihrîcanê de ji bo çêkirina fîlman piştgirî dihat dayîn û bi saya van piştgiriyan biçûk be jî xebatên cur bi cur derketin holê.”   ‘Dîroka ku tê nivîsandin di manîpulasyonekê de derbas dibe’   Daxûyaniya nivîskî wiha berdewam dike: “Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn di nav aloziyên mezin de derbas dibin. Pêvajoya şer û pêvçûnan bi dawî nabe û şerên giran diqewimin. Hemû hêzên navneteweyî proje û pêşnûmeyên xwe yên li ser Kurdistanê dixin meriyetê û ji bo vê yekê jî tifaqên cuda pêk tînin. Li hember vî şerê ku bi destên van hêzên navneteweyî derdikeve holê, di serî de Kurd û gelên din ên vê erdnîgariyê bertek nîşan didin, li ber xwe didin û ji bo ku bi hev re karibin bîjîn têkoşînekê dimeşînin. Di nav vê xirecira ku diqewime de çavdêrî û şahidiya ku tê kirin jî mixabin bi çavên serdestan pêk tê. Dîroka ku tê nivîsandin di manîpulasyonekê de derbas dibe û bi vî awayî tiştên diqewimin tên belgekirin ango nivîsandin. “   ‘Berdewamkirina FîlmAmed hêja ye û bi nirx e’   Di dawiya daxûyaniya nivîskî de wiha dinivîse: “Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ji bo qada belgefîlman geştir bibe roj bi roj hêz û bandora xwe zêdetir dikir. Lewre jî hewldana berdewamkirina FîlmAmed hêja ye û bi nirx e. Bi vê armancê em bang li hemû sînemgeran dikin û dibêjin “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!” Ji ber ku şert û mercên me ne guncav in em dixwazin kesên ku belgefîlman çêdikin bi derfetên xwe fîlmên xwe bînin û tevlî vê hevkarî û berxwedanê bibin. Ji ber van sedaman em ê mihrîcana xwe bir dirûşmeya “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!” li dar bixin. Sînemagerên ku nikaribin bi derfetên xwe tevlî bibin jî qet nebe fîlmên xwe bişînin û ji mihrîcana me re bibin deng û rengek”   Naveroka Mihrîcanê wiha ye:   23’ê Gulanê   -Konser/Mizgîn Tahîr   Saet:18.00   Nîşandana Fîlman   -Radîo Kobanê/Rêber Dosky   Saet:19.30   24’ê Gûlanê   -Donuş(Veger)/Valerîa Mazzucchî   Saet:14.00   -Saksak bîr Tutun Belgeselî/Turan Kubulay   -Sêsid û Yek/Alîcan Mansuroğlu   Saet:15.00   -Qulingê Birîndar/Kerem Tekoğlu   Saet:16.00   -Askı/Nîlgun   Saet:17.30   -Binxet//Luîgî D’Alîfe   Saet:19.30   25’ê Gulanê   -Tarlataban/Mehmetcan Încedal   -Kurbağa Avcıları/Batuhan Kurt   Saet:14.00   -Kurşun Tosbağa/Tuna Kaptan   -Qernefîl ji destan /Eylem Şan   Saet:15.00   -Qumçeyên Kevir/Medet Dîlek   Saet:17.00   -İstanbul Makamı//Özlem Sarıyıldız-Yunus Emre Aydın   Saet:18.00   -Parçalar/Rojda Akbayır   Saet:20.00   26’ê Gulanê   -Li gel Sîbel Tekîn Kargeha Vîdeo-Art (Bîr’ Kolanan)/Sîbel Tekîn   Saet:10.00-13.00   -Kırık/Rabîa Çetîn-Sînem Babul   Saet:13.00   -Mirovên Taybet/Orhan Tekeoğlu   Saet:14.30   -Kurdên Jibîrbûyî/Soran Mardookhî   Saet:15.30   -Darên Bi Tenê/ Şêro Hindê   Saet:17.00   -Üçüncü Bölgeden Hücum Varyasyonları/Sedat Şahîn   Saet:18.00   -Ji Cihê ku Te lê Hiştiye/Volkan Guney Eker   Saet:19.30   -Derdo Ana ve Ceviz Ağacı/Serdar Onal   Saet:20.15   27’ê Gulanê   -Forûm/ Li gel Zext û Sansûrê Çêkirina Belgefîlman   Saet: 12.00-14.00   -Elîf/Elîf Ergezen   Saet:14.30   -Kavar/Murat Bayramoğlu   Saet:16.30   -Dîroka Mirina Avê/Alî Ergul   Saet:17.30   -Efsaneya Qralê Nexweşik/Huseyîn Tabak