Pêşangeha Bêrîvan Bûlût bi dawî bû 2018-05-17 14:04:21   HEWLÊR -Pêşangeha wêneyan a Bêrîvan Bûlût ya ku hefteyekê berdewam kir bi dawî bû.   Bêrîvan Bûlût a ku li Zanîngeha Selahadîn a Hewlêrê beşa Arkeolojî xwendiye, pêşangeha wêneyan vekir. Pêşangeha ku li Galeriya Cîhan Art a Hewlêrê di 9'ê gulanê de hatî vekirin bi dawî bû. Pêşangeha ku bi 20 tabloyên wêneyan tê de hatın pêşandan di nava hefteyekê de rastî eleqeyek mezin hat.