'Zarokên Efrînê xwedî li çanda xwe derdikevin' 2018-05-16 09:02:45   Tolîn Muhemed-Lîlav Elî   ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn û têkoşîna xwe li wir didomînin. Gelê Kurd xwedî çand û hunerek dewlemend û kevnar e. Jinên Kurd her dem li çanda xwe xwedî derketiye. Li Kampên Berxwedanê û Serdemê yên li Şehbayê ji bo zarokan dersên çand û hunerê tê dayin û bi vî awayî li çandê xwedî tê derketin.    Piştî êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO'yê Gelê Efrînê derbasî Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin. Pergala demokratîk a ku li Efrînê hatibû avakirin niha li Kantona Şehbayê dewam dike. Ji bo zarokên ku di encama êrîşên dewleta tirk de ji dibistanên xwe hatin dûrxistin li Kampên Berxwedanê û Serdemê yên Kantona Şehbayê perwerdeya muzîk, govend, wêne û şanoyê dibînin.    Têkildarî mijarê de Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn a Kampa Serdemê Sozdar Xemgîn axivî û got:"Me li Efrînê jî çand, huner û zimanê xwe diparast em ê li Şehbayê jî biparêzin. Li ku dibe bila bibe em ê qet dev ji ziman, çand û hunera xwe bernedin. Li Kampa Berxwedanê û Serdemê me ji bo zarokan gelek beşên çand û hunerê vekirin. Tevî hemû zor û zehmetiyan zarok çand û hunera xwe hîn dibin. Zarok siberoja me ye divê em li wan û keda wan xwedî derkevin.    'Divê em nehêle ku ji aliyê desthilatdaran çand û hunera me bê tunekirin'   Ji aliyê din vê jî Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Newroz Silêmen axivî û got:"Di nav têkoşîna gelan de çand û huner xwedî roleke girîng e. Em li Şehbayê jî berxwedana xwe didomînin û çand û hunera xwe xwedî derdikevin. Em ê her dem çand û hunera xwe biparêzin û nehêle ku ji aliyê desthilatdaran çand û hunera me bê tunekirin. Em çanda serîhildanê nîşanî zarokan dide. Zarok siberoja me ye, divê em hemû li wan xwedî derkevin."