'Mêr nikarin agirê hunerê ya di dilê me de bitemirînin' 2018-05-14 09:05:18   Gulîstan Azak   AMED- Derhêner Meryem Yavuz diyar kir ku jin di sînemayê de tên astengkirin û wiha got: “Em hunermendên jin li dijî kesên dibêjin nikarin  bikin, wê bi fîlmên xwe nîşanî wan bidin. Wê mêr agirê hunerê yê di dilê me de netemirînin.   Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Fîlmmor a Gezicî ya Navneteweyî ku îsal ya 16’emîn pêk hat li Stenbol, Antalya, Îzmîr, Trabzon, Bodrum, Mersîn û Amedê bi jinan re hatin cem hev. Derhêner Meryem Yavuz ku di mîhrîcanê de tevlî xebatên atolyeyê bû balkişand ser pirsgirêkên ku jin di sektora sînemayê de dijîn û wiha pê de çû: “Hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê di sînemayê de jin tên astengkirin.  Pirsgirêkan dijîn. Di sektora sînemayê de  ji bo jinan xebat ne hêsan e. Yanî tên astengkirin. Dibêjin ‘jin çi ji sînemayê fêm dikin’ , ‘Kamera giranin nikarin hilgirin’. Lê em derhênerên jin li dijî van gotinan wê bi fîlmên xwe  bersivê bidin wan.”   ‘Wê agirê dilê me netemirînin’   Meryemê bi lêv kir ku tevî her tiştî divê jin her tim di qada sînema û hunerê de cih bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mêr wê agirê hunerê yê dilê me netemirînin. Jin divê dengê dilê xwe gûhdar bikin û hêza jinê nîşan bidin.”   Meryemê di dawiyê de got ew di xebata atolyeyê de pir zêde rastî pirsa ‘çi cudahî di navbera sînemaya jin û mêr de heye? hatine û got: “Ji Fîlmmorê teqez fîlmekî temaşe bikin. Ji ber Fîlmmor tercîha xwe li alî jinan dike.”